12 ciwanên ji Wargeha Aşîtî ya penaberên rojavayê Kurdistanê bi rêya pêşangehekê xwestin bîranînekê di hişê civakê de çêkin. Ciwanên ku gelek wêneyên penaberên wargehê kişandine, bi riya pêşangehekê li Hola Galeriya Emne Soreke ya Silêmaniyê dan nasîn.

Pêşangeha bi navê ‘Em ne penaber in’ balê dikişîne ser jiyana penaberan û peyama divê bi çavekî piçûk li penaberan neyê nihêrîn, dide civakê. 

Mamosteya bi navê Bînar Mihemed têkildarî pêşangehê hin agahî dan û got: “12 zarokan di vê pêşangehê de wêneyên xwe nîşan kirin. Her yek bi 3 wêneyan beşdar bûne. Wêneyên wan şert û mercên jiyana penaberên nava wargehê dide nîşan. Hewl dane bi rêya wêneyan jiyana xwe vebêjin.”

‘Em zarokên vê axê ne’

Bînar Mihemed der barê navê pêşangehê de jî axivî û aşkera kir ku li başûrê Kurdistanê û çapemeniya wê bi çavê penabar li wan dinêrin û wiha pê de çû: “Me xwest bi riya diyarkirina vî navî, bibêjin em ne penaber in. Em zarokên vê axê ne.” Jina ciwan a bi navê Huda Elî jî beşdarî pêşangehê bûye û nêrînên xwe wiha parve kirin: “Nêzî salek û nîv e ez fêrî wênekêşiyê bûme. Ez hewl didim bi rêya wêneyan çîroka jiyana li wargehê bînim ziman. Bibêjim em ne penaber in, em mirov in.” 


ROJNEWS/SILÊMANÎ