Ji ber têlên dewletê yên ku pê taxên berxwedanê yên Nisêbîn a Mêrdînê hatine pêçan, bi hezaran malbat nikarin biçin malên xwe. Yek ji van malbatan a Guner e. Malbat piştî êrişên dewletê yên di 14'ê adarê de ji mala xwe koçber dibe û her yek ji wan diçin bajarekî. Dayika malê û 4 zarokên xwe berê xwe didin cem keça xwe ya li Wanê zanîngehê dixwîne û bav Abdulbakî Guner û kurekî xwe jî ji bo debara malê berê xwe didin İzmîr û Konyayê. Piştî ku 'qedexeya derketina derve' ji ser 9 taxan tê rakirin, malbat ji xwe re malekê li taxa Yenî Turan a Nisêbînê kirê dike. Mala ku malbatê ji xwe re kirê kir, ji mala wan ya di bin dorpêçê de 300 metroyan dûr e. Abdulbakî Guner got: "Tîm nahêlin ku ez biçim li rewşa mala xwe binihêrim. Cîranên me çûbûn û dîtibûn ku mal nêzî giştî hatiye hilweşandin."
Guner anî ziman ku beriya 24 salan ji gundê Evdika yê Hezexê ji ber ku cerdewantî qebûl nekirine hatine koçberkirin û axaftina xwe weha berdewam kir: "Piştî ku em ji gund hatin me berê xwe da Nisêbînê. Heta rojên dawî jî me mala xwe neterikan. Beriya ku 'qedexe' were îlankirin jî her saet wesayîtên zirxî hepkî ji mala me wirdetir êrişî kolan û derdora mala me dikirin."
'Jiyan li Nisêbînê kêfxweş dike'
Guner eşkere kir ku hêzên dewletê destûra çûna mala wî nadinê û axaftina xwe weha domand: "Li gorî agahiyên ku min bi dest xistin, mala me hatiye hilweşandin. Me tenê hin amûr ji mala xwe derxistin, wekî din hemû firaxên me di malê de man. Ev hefteyek e, em hatine Nisêbînê û bi vê yekê kêfa me hate cih. Em çav li xirbêyên taxa xwe dikevin jî kêfxweş dibin.
MÊRDÎN