Demîrtaş da xuyakirin ku hikûmet hewl dide mijarên dibistanên taybet ên Kurdî, radestkirina navên cihan û rakirina sonda faşîst weke mafekî ku bexş dike pêşkêş bike û destnîşan kir ku ev yek ne rast e. Demîrtaş diyar kir ku ji bo pakêta hat amadekirin, wan pêşniyar kiribûn ku bi hev re bixebitin lê ev yek nehatiye qebûlkirin. Demîrtaş wiha got: “Li ser madeyekê bi tenê, li ser xaleke bi tenê jî nexwestin em bi he re bixebitin. Niha jî radibin dibêjin ‘Em bi BDP’ê re hevdîtinê dikin.’ Ev derew e.”
Demîrtaş ragihand ku hikûmet di mijara çareseriya pirsgirêka Kurd de di nava nêzîkatiya zarokatî û takekesî de ye û wiha got: “Em bi awayê siyasî nêzî mijarê dibin. Lê belê Serokwezîr jî, ekîba li dora wî jî, wezîr jî, şêwirmendên wî jî, diyar e ku cidiyeta mijarê fêm nakin.”
Hevdîtina bi Ocalan re
Demîrtaş ragihand ku ji meha çileyê û vir ve weke heyetan diçin Îmrali û Qendîlê û li Enqerê hevdîtin hatine kirin û ev wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em dikarin têkiliya birêz Ocalan bi derve re deynin. Ne tenê heyeta BDP’ê em dixwazin heyetên sivîl, derdorên mîna mirovên aqilmend bi birêz Ocalan re hevdîtinê bikin. Wan bi xwe diyar kir ku tu pirsgirêk li pêşiya çûyîna nûnerên Rêxistinên Civakî yên Sivîl û Medyayê ya Îmraliyê nîn e. Eger dibêjin wan tiştekî wiha negotine, hingî em ê biaxivin.”
Demîrtaş ragihand ku ew ê di hilbijartinên herêmî de bi partiyên Kurdistanî, tevgerên îslamî û tevgerên Kurdistanî re hevdîtinan bikin û wiha got: “Em dixwazin li vê derê bi hemû hêzên Kurdan re bi yekitiyeke demokratîk têkevin hilbijartinan. Em bang dikin ku di nav BDP’ê de bibin yek.”
Banga ji bo jinan
Hevseroka BDP’ê Gultan Kişanak jî di axaftina xwe ya di civîna çapemeniyê de, ji xebatên partiya xwe ya der barê azadiya jinê de mînak da û wiha got: “Bila elewî, karker, hemû jin werin xwe di nava vê partiyê de namzet nîşan bidin. Em hemû bi hev re hem azadiya jinê, hem çareseriya pirsgirêka Kurd hem jî demokrasiya herêmî ava bikin.” Kişanak da xuyakrin ku weke BDP wan bi jinan re cihêrengiyek derxistine holê û ev tişt got: “Ne tenê jin, dê tevahiya gelê me qezenc bike. Em kevneşopiyeke mezin afirandin.”
Kişanak diyar kir ku di mijara çareseriya pirsgirêka Kurd de BDP û siyastemedarên Kurd amade ne û afirînerê vê pêvajoyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Kişanak da xuyakirin ku ew ji ber hebûna namzetên jin ji bo hilbijartinên herêmî kêfxweş in û destnîşan kir ku jin dikarin hîn bêtir bi awayekî azad xwe di nava BDP’ê de îfade bikin û siyasetê bikin.
Li dij ‘Dîwarê Şermê’ nerazîbûn
Kişanak diyar kir ku Tirkiye hewl daye Kurdên li Rojava mehkûmî Esad bike û wiha got: “Li wê derê 2 cîranên Kurdan hene. Yek Esad, yê din jî Tirkiye ye. Tirkiye bi pêkanîna ambargoyê re, berê Kurdan dide Esad. Ev ambargo û dorpêçî tu carî nayê qebûlkirin. Ne tenê ew, li Efrînê, li Serêkaniyê jî ev rewş wiha ye. Li Nisêbînê niha dîwar tê lêkirin. Ev yek bi tu awayî nayê qebûlkirin. Eger Tirkiye dixwaze rola Israîlê bigire, Kurd jî dizanin çawa bibin Filistîn. Divê vê yekê her kes li derekê binivîsîne. Eger dîwarê were lêkirin, ambargo û dorpêçî pêk were, hingî Kurd jî dizane mîna gelê Filistînê bi rûmeta xwe li ber xwe bide, bibe Filistîn.”
Kişanak da xuyakirin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêvajoyeke çareseriyê derxistiye holê û wiha berdewam kir: “Em ê ji hikûmetê bixwazin piştgiriyê bide vê. Kî dîwar lê dike, ew pêvajoya çareseriyê naxwaze. Kî li hemberî Rojava ambargoyê dimeşîne, dibe sedema mirina nexweşxan ji ber tinebûna dermanan, ew çareseriyê naxwaze. Kî guhê xwe ji daxwazên gelê Kurd re digire, ew çareseriyê naxwaze. Gelê me wê li hemberî vê helwestê nîşan bide. Em bang li hikûmetê dikin ku vê şaşitiya xwe sererast bike, em wan dawetî çareseriyê dikin.”
ANF/AMED
Heyeta BDP çû Îmraliyê
Heyeta BDP, ji bo bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike, çûn Îmraliyê.
Dema ku birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan bi birayê xwere herî dawî hevdîtin kiribû diyar kiribû ku ewê fikir û ramanên xweyên derbarê pêvajoya çareseriya demokratîk de di 15’ê Cotmehê de aşkera bikim. Beriya niha çend rojan jî Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi deklarasyonekê sê daxwazên bingehîn aşkera kirin. Dema ku ev deklarasyona ji aliyê KCK’ê ve hat aşkera kirin nîqaş jî hatin kirin û hemû rewşenbîr , nivîskar û gel diyar kirin ku ev daxwazên gelê Kurd yên xwezayîne ji bo wê jî divê ku hikûmeta AKP’ê van daxwazan qebûl bikin. Piştî vê yekê êdî çavê herkesê vegeriya ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku wê divê derbarê de çibêje.
Heyeta BDP’ê ku ji Serokwekîlên Koma BDP’ê Pervîn Buldan û Îdrîs Baluken, pêk tê çûn Girava Îmraliyê. Heyeta BDP’ê herî dawî di 15’ê Îlonê de hevdîtin kiribû û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di hevdîtina 7’ê Cotmehê a li gel birayê xwe Mehmet Ocalan re ragihandibû û ewê nêrînên xwe yên derbarê rêveçûna pêvajoyê de di 15’ê Cotmehê de aşkera bike. Dema nûçeya me dihate amadekirin hêna heyeta BDP’ê ji Girava Îmraliyê venegeriya bû.
BURSA