Hêzên Sûriya Demokratîk QSD´ê di şerê parastina erdê xwe de li dijî çeteyên DAIŞ`ê 11 hezar şehîd dan; zêdetirî 22 hezar şervan birîndar bûn û ji wan zêdetirî 5 hezar kes seqet man. Ji bo şermezarkirina gefên dewleta Tirk yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê doh bi sedan gaziyên şer li pêşiya stada 12`ê Adarê li bajarê Qamişlo kom bûn û berê xwe dan navenda NY`ê. Gaziyên şer alên QSD, YPG, YPJ û Meclisa Leşkerî ya Sûryanî hildan, her wiha pankarta “Em gaziyên şer Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne, parêzvanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne” hildan. Birîndarên şer bi dirûşmeyan gefên dewleta Tirk şermezar kirin û anîn ziman ku ji bo wefedariya welat û hemû mirovahiyê wan parçeyên laşê xwe dane û divê civaka navneteweyî dawî li bêdengiya xwe bîne û helwesteke cidî li ber gefên Erdogan nîşan bide.
QAMIŞLO