Sekretera Şaxa Hejmar 2 a Egîtîm Senê Seval Kaplan ku di xebatên li ser pergala perwerdeya alternatîf dihatin meşandin de cih digirt, axivî û diyar kir ku modela perwerdeya wan a nû li ser azadiya ekolojîk û zayendê dê bê avakirin. Kaplan da zanîn ku divê zarok û ciwan bi zimanê dayikê perwerde bibin û li ser modela perwerdeya alternatîf sekinî. Kaplan da xuyakirin ku ew xebatên xwe yên ku ev demeke dirêj e li ser perwerdeya alternatîf dimeşînin, xistine meriyetê û got: “Lingê yekem ê pergala perwerdeyê xebata îdeolojîk e. Di xebata 6 mehan de me gelek dane bi dest xistin. Dema me xebatên xwe dikirin saziyên me yên alternatîf hebûn û hatin girtin. Lê xebatên me ranewestiyan.” Kaplan anî ziman ku ji bo pergala perwerdeya nû xebatên wan didomin û wiha axivî: “Me mamoste û xwendekaran bi hev re nîqaş kirin û li ser vê em ê pergala perwerdeya alternatîf bixin meriyetê.”
ŞÛJIN/AMED