ERKAN GULBAHÇE Ji ber aloziya li Zînî Wertê, aliyên Kurdistanî yên Rojava jî pê re ne ku diyalog bê kirin, û pê re jî pîlana dewleta Tirk a dixwaze pê Kurdan berde hev jî bê xirakirin. Nûnerên PDKS û PYD'ê jî banga aqlê selîm li aliyên Kurd ên aloziyê û xasma li rayedarên Başûr kir. Ji rêveberiya Ewrûpayê ya Partiya Demokrat a Kurdî li Sûriye (PDKS) Bavê Narîn: Li Zînî Wertê ew dek û dolaba hanê, ya rastî dijmin hewl didin li ser çar parçêyên Kurdistanê bilîzîn. Kurd li ku dibin xwedî statu, dewleta Tirk û hevkarên wê ji bo ku vê statuyê xira bikin, çi ji wan tê dikin. Divê ya ku îro li Zînî Wertê diqewime, mirov wiha bibîne. Bûyerên li Zînî Wertê ji bo tevahiya Kurdan tehlûke ne. Ji pîlana dewleta Tirk û wê de, ji ber ku hin hêzên Kurd dikevin nav vê pîlanê, heta bi destê hin hêzên Kurd ev pîlan pêk tê, em xemgîn in. Dema yekîtiyê ye Ji nûnerên PYD’ê yên Ewrûpayê, Zozan Rojava: Di dewrekê de ku statuya Kurdan tê minaqeşekirin, Erdogan dixwaze li Başûrê Kurdistanê birakujiyê bide destpêkirin. Dem ne dema parçebûnê ye, dema avakirina yekîtiyê ye, ya rabûna li ber siyasetên dijminan e. Dijminê me ne dijminê parçeyekî, rêxistinekê ye. Dijminê me yê temamê Kurdan e. Em weke PYD’ê bang li gelê Kurd, partî, sazî û kesayetên Kurd dikin, beramberî tişta li Zînî Wertê diqewime bibin xwedî helwêst. Başûrê Kurdistanê divê li siyaseta reel vegere. Bicihkirina Erdoganî li Başûr wê gelek tiştan bide wendakirin, bila ev neyê jibîrkirin. Ma ne Erdogan got, ew ê li ti dera dinyayê hebûneke Kurd qebûl neke. Divê em bi hev re helwêste li hemberî vê nîşan bidin û ji bo yekîtiya Kurdan hewl bidin. Siberoja Kurdan ne bi birakujiyê, lê bi siyasetên yekîtiyê misoger dibe.