Endamê Meclîsa PJAK’ê Amed Şaho bersiv da Cîgirê Fermandarê Sipahê Pasdaran li bakur-rojavayê Îranê, Mecîd Ercumendfer gotibû; “Erebistana Siûdî û Emerîka piştgiriyê didin PJAK’ê ji bo ku aramiya Îranê aloz bike û çekan didin PJAK’ê.”


Bi kûrkirina şer dixwaze xwe ji krîzê xilas bike 

Amed Şaho bi rêya RojNewsê bersiv da Ercumendfer û weha peyivî: “Şer di navbera hêzên desthilatdar de li cîhan û herêmê her ku diçe zêde dibe. Ev şer, krîza li cîhan û Rojhilata Navîn zêdetir dike. Îran jî yek ji wan welatan e ku di nava krîzeke siyasî, aborî, dîplomasî û civakî de ye. Êdî pergala rêveberiya Wilayeta Feqîh nikare bersiva daxwazên azadîxwaz ên gelên Îran û Rojhilatê Kurdistanê bide. Rejîm dixwaze bi kûrkirina şer di herêmê de xwe ji vê krîzê xilas bike û temenê rejîma xwe ya şovenîst dirêj bike.”


Dixwazin me li ber çavên gelan reş bikin

Her wiha Şaho derbirî ku rejîma Îranê bi rêyên qirêj dixwaze  PJAK’ê li ber çavên gelan reş bike û wiha pê de çû: “Şêwazê rejîmê heta niha nekariye li pêşiya têkoşîna me ya azadîxwaziyê astengiyan çêke. Dîsa rejîm bi çêkirina pêlek ji reşkirinê hewl dide nakokiyan çêke û gelê me bixapîne. Me tewanbar dike ku em ser bi hinek welatên derve ne û li gorî berjewendiyên wan welatan tevdigerin. Yan jî îdia dikin ku em pere û çekan ji wan welatan werdigirin. Em wek PJAK´ê îdîayên bi vî rengî bi tevahî red dikin û em dibêjin ku bê bingeh in û dûrî rastiyê ne. Ev tenê ji bo xapandina raya giştî û reşkirina tevgera me tên kirin.”

 

Bila vê pirsê ji xwe bike

Di dawiya gotina xwe de endamê Meclîsa PJAK’ê Şaho, îşaret bi alîgiriya xwe ya gelê azadîxwaz kir û wiha axivî: “Em ser bi ti dewlet û hêzekê nîn in. Yekane hêza ku em pişta xwe didinê, gelê me ye. Rejîm vê yekê li dijî têkoşîna azadîxwaz a gelê Kurd dike û hezim nake ku gelê Kurd bibe xwedî hêzeke serbixwe. Em partiyeke siyasî ne û mafê me ye ku li gel her hêz û aliyekî ji bo parastina nirxên gelê xwe, xebatên dîplomasî û siyasetê bikin. Pêwîst e, ev pirs ji rejîma Îranê bi xwe were pirsîn, ka ew ser bi çi dewletê ne. Ji bo berjewendiyên kîjan welatan zextê li gelên Îranê dike. Di berdêla berjewendiyên kîjan welatan de astengiyê ji azadî û demokrasiyê re çêdike?” 


 NAVENDA NÛÇEYAN