Em piştgiriya rêveberiya demkî dikin
Rizgar Elî da zanîn heqê gelê Rojava heye bigihin mafê xwe û got: “Em piştgiriya rêveberiya demkî ya ku niha li Rojava heyî dikin. Ger rexne û kêmasiyên wê rêveberiyê jî hebin, dikarin werin çareserkirin. Lê deshilata Kurdî ya îro li rojavayê Kurdistanê heyî û ew rêveberiya demkî ragihandine, ew li meydanê ne û di nava xebatê de ne. Herwiha di eniya şerefê de ne û em piştgiriya wan dikin. Lê em ligel wê yekê ne hemû partiyên şoreşger tevlî wê rêveberiyê bibin û rêveberiyekî wisa be hemû reng di nav de hebin.”
Bila oldar civakê hişyar bikin
Berpirsê YNK’ê yê Hewlêrê Rizgar Elî li ser çûyîna ciwanên Kurd a ji bo Sûriyê jî hişyar kir û wiha dawî li axaftinên xwe anî: “Em civakekî Îslamî ne. El-Qaîde hewl daye li Kurdistanê jî hinek grûban dirûst bikin. Lê rêjeya zêde ya ku xelk behs dikin, ne wisaye. Em daxwazê ji zanayên olî dikin ku xelkê hişyar bikin. Ji ber ola Îslamê rê bi van tiştan nade ku tû biçî serê jin û zarokên xelkê jê bikî, biçî Êzdî yan jî Xiristiyanekê bikujî. Îslam bi xwe tê wateya aştiyê. Ev ji îslametiyê dûr in û di berjewendiya hinek dewletan de ye. Temaşe bikin jin û mêrên rojavayê Kurdistanê tên revandin û ti gunehekê wan tune ye. Ev grûbên terorîstî dixwazin her cihekî ciwan, têk bidin û xirab bikin. Niha li rojavayê Kurdistanê azadî û demokrasiyek heye, ji bo vê dixwazin têk bidin.”
WEHBÎ DEMÎR/MİHEMED TAHİR/DÎHA/HEWLÊR