
Di daxuyaniya Fermandariya Giştî ya YPG᾿ê de hate gotin ku di 19᾿ê gulanê de komek guman kirî bi awayekî ne fermî ji sînor derbasî Rojavayê Kurdistanê bûn, hêzên YPG᾿ê ew binçav kirin û radestî hêzên asayîşê kirin û asayîş li gorî zagoneyên heyî lêpirsîn kir. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku piştî lêpirsînê eşker e bû ku ev endamên hin partiyane û beriya neha berê xwe dane Başûrê Kurdistanê û li vir perwedeya leşkerî dîtine. Di daxuyaniya Fermandariya Giştî ya YPG᾿ê de hate diyarkirin ku ji wê demê ve hin saziyên çapemeniyê buyera girtin û lêpirsînê mezin dikin. Di daxuyaniya xwe de Fermandariya YPG᾿ê ku ew ji ber vê yekê dê hin xalên li ser bûyerên dawî yên ser sînorê di navbera başûr û rojavayê Kurdistanê diyar bikin.
YPG᾿ê gelek caran hişyarî kir
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku YPG᾿ê gelek caran ragihandiye ku ew rê nedin tu komên çekdar derveyî Desteya Bilind di herêmên Kurdan de derkevin û tevî ku YPG᾿ê gelek caran hişyarî kir, lê car de hin partî bi awayekî veşartî kar dikin ku komên çekdar sazbikin. Di daxuyaniyê de hate gotin îsrara hin aliyan ku jê tê xwestin hêza Kurdî belav bikin û berê wê bidin şerekî navxweyî û ev yek ji daxuyaniyên bê berpirsyar û gumankirî ya hin partiyan diyar dibe ku ev alî dixwazin şerê navxweyî di nava gelê Kurd derbixin.
'Bi qaçaxî derbas dibûn'
Di berdewama daxuyaniya xwe de Fermandariya Giştî ya YPG᾿ê da zanîn ku di nava zêdetirî saleki ji parastina herêmê bi dehan şervanên wan jiyana xwe jidest dan û wiha pê de çû:"Her kes dizane ku yekîneyên me ji bo parastina destkeftiyên gelê Kurd bi dehan şehîd dane, li seranserî sînorê Rojavayê Kurdistanê hêzên me parastinê dikin û herî dawî hêzên me komên biguman bi awayekî ne fermî ji Başûr derbasî Rojava dibûn, hêzên me bi erkê xwe yê asayî pêk anî ew rawestandin û wan radestî hêzên asayîşê kirin. Ev erkê me yê sereke ye beranberî parastina sînorê Rojavayê Kurdistanê û rê girtina li pêşiya derbasbûna komên biyanî ku hewl didin ewlehiya herêmê binpê bikin."
'Me bêhêvî dikin'
Daxuyaniyê wiha dom kir:"Cihê mixabiniyêye ku hin saziyên çapemeniyê bi awayekî ji rastiyê dûr li ser YPG᾿ê tiştan diweşînin. Şervanên me bê ku guh bidin kesî bi erkê xwe yê esayî radibin û parastina nirxên gel dikin. Em hînbûne ku li Rojavayê Kurdistanê hin alî hene li ber pêşketina gelê me tehmûl nakin, ji ber vê yekê êrîşî yekîneyên me dikin. Lê tiştê em matmayî kirin helwesta Serokatiya herêma Başûrê Kurdistanê bû. Me bawer ne dikir ku li aliyê partiyekê bisekine, me hêvî dikir ku Serokatiya Herêmê helwesta xwe ya bê alî û netewî nîşan bide. Serokatiya Herêma Başûrê Kurdistanê ji destpêka Şoreşa li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê kar dikir ku xwe bê alî nîşan bide. Em ji Serokatiya Herêma Başûrê Kurdistanê hevî dikin ku bi awayekî bê alî û asayî nêzî rewşa Rojavayê Kurdistanê bibin û em bang li pêşmergeyan dikin ku wek alîgir bi mere bin, lê mixabin helwesta wan ya dawî em bêhêvî dike."
Kampanyaya reşkirinê
Di berdewama dawuyaniyê de hate destnîşankirin ku di rojên dawî de serokê partiyeke Kurd li ser telefizyoneke Erebî daxuyaniyên bêrêzî û ji rastiyê dûr li ser yekîneyên me dan, gelek gumanbariyên nemerdî bê ku tiştekî diyar bike li ser yekîneyên kirin. Fermandariya Giştî ya YPG̓᾿ê di daxuyaniya xwe de wiha dom kir:"Ji mafê me ye ku em wek hêza rewa ya parastina gelê Rojavayê Kurdistanê ne, em ji wan bixwezin ku rastiya gumanbariyên xwe eşker e bikin heger hebin, yan ew berpirsyarê daxuyaniyên xwe yê nemerdî û bêhurmet e. Yekîneyên me bi mêrxasî diyar kirin ku ew dikarin ewlehiya herêmê biparêzin, bi awayekî aktîv kar dikin û bidehan şehîd di encama bersivdayina komên çekdar û hêzên rêjîma Baas dan. Şervanên me ku jiyana xwe ji dest dan ne ji netewekê yên aliyekî siyasîne, şehîdên me ji aliyên siyasî yên cûdane û ji netewyên cûdane ji ber vê yekê em van daxuyaniya wek êrîşa bê rumet a li ser şehîd, gel û şervanên xwe dibînin."
Banga berxwedanê
Di dawiya daxuyaniyê de fermandariya giştî ya YPG᾿ê ev tişt anî ziman:"Em ji gelê xwe re tekez dikin ku em ê destkeftiyên wan biparêzin, em careke din dibêjin ku berpirsyariya van pirsgirêkan ne em in. Kesên ku hewl didin komên çekdar bi awayekî ne fermî û derveyî Desteya Bilind a Kurd avabikin berpirsyarê hewldanên xwe ne. Em bang li hemû kesê ku xwe welatparêz dibîne hewldanên bike ku ewlehiya herêmê biparêzin û rê nedin şerekî navxweyî. Li ser vî esasî em bang li hemû aliyan dikin ku bi berpirsyariyên xwe rabin û rê ne din metersînên ku dî çêbibin, Em ji gelê xwe re tekez dikin ku em ê bi erkê xwe yê sereke rabin û berxwedana xwe ya li dijî hemû êrîşan berdewam bikin."
NAVENDA NÛÇEYAN
Yekîtiya Star: Piştgiriya yekalî dikin
Kordînasyona Yekîtiya Star di derbarê belavbûna hêzên Pêşmergeyan li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê de daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku girtina deriyê sînorê Sêmalka û belavbûna hêzên Pêşmergan li seranserî sînorê Rojava ne di cihê xwe de ye, piştgiriya yekalî dike û armanc ji vê yek têk birina vîna gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê ye. Di daxuyaniyê de ji Hikûmeta herêma Kurdistanê hate xwestin ku li helwesta xwe vegere, bi hestiyarî nêzîk bibe û nêrînên xwe baş eşkere bike.
Di daxuyaniyê de hate gotin: “Di dema pêdiviya gelê me bi yekîtiyê zêde dibe ji bo li hember hemû pilanên ku dixwazin vîna Kurd ku di 19’ê Tîrmeh 2012’an de ava bûye bişkînin. Em dibînin ku hin aliyên Kurdan li Rojava dixwazin tevliheviyê di navbera hêzên Kurdistanî de derbixin. Di encama koma ku bi awayekî nerewa ji Başûrê Kurdistanê derbasî Rojava bûbû ji aliyê hêza Asayîşa herêma Dêrikê ve lêpirsîn ji wan hate kirin. Li aliyê din Hikûmeta Herêma Başûr bersiveke bê berpirsiyarî nîşan da û hêzên Pêşmergan li ser sînor belav kirin û deriyê sînor ji aliyê wan ve hate girtin. Ev kiryar tê wateya ku Hikûmeta Başûr piştgiriya yekalî dike û dixwaze vîna gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê pûç û vala bike. Em wek Yekîtiya Star vê siyaseta Hikûmeta Başûr şermezar dikin û em ji wan dipirsin hêzên Pêşmergan dê li hember kê şer bikin?.”
Di dawiya daxuyaniya Yekîtiya Star de hate gotin: “Em bang hemû aliyan dikin ku ji tevliheviyê haydar bin, banga me bi taybet ji Hikûmeta Başûr Kurdistanê ye ku ji helwesta xwe vegere û bihestiyarî nêz bibe û nêrînên xwe baş eşkere bike.”