
YEKO ARDIL / BERLÎN
Rewşa Rojava serpêhatiya kevin a Kurdan tîne bîra mirovan. Li aliyekî rûpela zêrîn a dîrokê tê nivîsandin û li aliyê din jî hin destên qirêj avahiya ku bi ked, xwîn û xwêdanê hatiye lêkirin dixwazin têkbidin. Li ser provakasyona ala Başûr û rewşa dawiyê ya Rojava em bi nûnerê Almanya yê rêveberiyê, Sîpan Îbrahîm re li cihê nû yê nûnergeha Rojava ya li Ollenhauerstraße 98 13403 Berlînê axivîn.
Dixwazim ji prokavakasyona alê dest pê bikim, hûn çawa dixwînin rewşê; ev babeta alê, kiryarên ENKS´ê û daxuyaniya serokê KDP´ê Mesûd Barzanî?
Ev tevlîhevî û fitne ne cara ewil e; ENKS ji demeke dirêj ve li Rojava provakasyonan dike. Çiqas destketiyên me çêdibin ewqas jî êrîş zêde dibin. Em baş dizanin ku navenda êrîş û provakasyonan jî Tirkiye û Erdogan in. Serketinên me Tirkiyeyê dixin nav tengasiyeke pir mezin. Piştî ku hind dewletan di meseleya Babê de Tirkiye dan sekinandin, xeteke sor jê re danîn û gelek eskerên wê bi destê balafirên Rûsî û rejîma Suriyeyê jî hatin kuştin. Daxwaza wan ew bû ku navbera Efrîn û Kobanê bigirin, ew çênebû, niha dixwaze di aliyê din re zexteke li ser rêveberiyê, li ser YPG ê bike. Ji bo vê hewl didin ku Başûr an jî Mesûd Barzanî bi kar bînin.
Êrîş ango zextên li ser kesên navbuhurî rast in, al û sembol hatine şewitandin?
Ev îdîa ne rast in. Rêveberiya xweseriyê bi dehan caran gotiye, destûrê bigirin û hûn çi dixwazin, bikin. Em neçar in parastina we, can û malê we, xanî û derdorên we bikin. Ev kes dibêjin, em asayîşê qebûl nakin, em rêveberiya xweser qebûl nakin, em çima destûrê bixwazin û meşiyane, di meşê de jî dest û ziman dirêjî kirine. Her wiha ciwaninan jî ev zêdegavî qebûl nekirine. Malbatên şehîdan hene, hesas in. Ew in li dij derketine, pevçûn çêbûye. Nameya tehdîtê ya serokê Mesûd Barzanî tevlîheviyek e. Lê daxuyaniya Barzanî destdirêjiyek di nav karên Rojava de bû.
Hûn ji Barzanî çi hêvî dikin ma ne ENKS bi wî ve girêdayî ye?
Divê ew xêrxwaz û aştîxwaz be, eger agirek hebe jî ew bikare avê lê bike. Wî dikarîbû bi rêveberiya xweseriya demokratîk re bikeve têkiliyê, fahm bike mesele çi ye. Bêtir jî wê zelal bûbaya. Bi rastî ew gotinên wî pir nerehetiyeke mezin anî holê.
Dijayetiya li dijî alê, ala Başûrê Kurdistanê heye? Hûn gava çav bi vê alê dikevin nerehetiyek li cem we peyda dibe?
Hûrmeta me ji ala Başûr re heye. Ev al li hemû bajar û bajarokên Kurdistanê hildayî ye. Hinek partî di nav rêveberiya xweser de ne û wê alê li ba dikin. Li bûro, ofîs, dikan û di malên wan de ew al heye, ti caran zext li kesekî nehatiye kirin bê ev al rabe yan jî ranebe. Em rêzdar in, bi hezaran şehîd di bin wê alê de ketine. Rengekî Kurdî ye em heta dawiyê diparêzin. Me ev al li Şingalê parast. Ma ne ew bûn ku dev ji Şingalê berdan, alên xwe hiştin û sûretên rehmetiyê Barzanî li bin lingên dijminan hiştin, dijminan pê li alê û tevahiya sembolên wan kir. Şervanên YPG ê û HPG ê bûn ku bi rihê Kurdistanî ew herêm parastin. Her wisa KNK jî vê alê qebûl dike, em wek xweseriya demokratîk bi rêz in. Li her deverê dinyayê em wiha nêzîk dibin. Daxwaza wan tevlihevî û provakasyon e, lê milet şiyar e, nema rê didin van kiryaran.
Têkiliya wan gruban li gel MÎT a Tirk tê rojevê, agahiyên we yên li ser vê babetê çi ne?
Yên wek Fuat Elîko, Îbrahîm Biro, Hekîm Beşar û wd in. Hikûmet û MÎT´a Tirkan jî wan diparêzin. Gava mirov li vî dîmenî dinihêre derdikeve holê ka kî li cem kê ye.
Ya duduyan; Enes Ebdî bi eşkereyî got, divê em tev de li dijî YPG´ê û hêzên bi wê ve girêdayî bisekinin. Divê em jî ne Kurd tenê wek tevahiya Suriyeyê li dijî wan bisekinin. Ji ber ku ev partî li ser Suriyeyê, Îran, Iraq û Tirkiyeyê jî xeter e. Îbrahîm Biro jî li dû wî dibêje, em bi hemû hêza xwe, di warê dîplomasiyê de vê partiyê reş dikin. Em ê bi tevahiya hêzên xwe ve li dijî wan bin û em nasekinin. MÎT´a Tirkan wan bi rê ve dibe. A niha jî li dijî operasyona Reqayê derdikevin û hêzên QSD ê reş dikin. Ev siyaseta Tirkiyeyê ye. Enes Ebdî dibêje; em hebûna Tirkiyeyê di nav erdên Suriyeyê de tiştekî baş dibînin. Dewleta Tirk hatiye me xelas bike, gerek piştî Babê jî em berê xwe bidin Reqayê. Tiştekî veşartî nemaye.
Hekîm Beşar Tirkiye pîroz kir… Niha xebata wan di warê dîplomasiyê de ev e ku Emerîka îqna bikin û dibêjin bes alîkariyê bide wan.
Şans an jî derfetên wan hene ku bi ser kevin?
Nîne. Gava em li destpêkê binêrin, Emerîka û tevahiya van hêzên navneteweyî destek dan wan. Derfetên mezin pêşkêşî qaşo artêşa azad û ketîbeyên din kirin, lê tev de bûn DAIŞ. Hêzên Kurd bi xwe, xwe fînanse kirin, xwe parastin, paşê dîtin ku ev hêz dikare li ber xwe bide, biratî û wekheviyê bîne nav gelan. Paşê desteka xwe dan Kurdan û pêkhateyên li herêmê jî.
Erdogan tim tehdît kir, gelo heta niha li Minbicê xesaretek rûdaye?
Heta niha negihiştine Minbicê û Minbic jî tê parastin, Hêzên Suriyeya Demokratîk li wir in û li hemberê tevahiya êrîşan jî sekinîne. Wek hûn jî dizanin YPG ê xwe ji wir vekişandiye, lê dan xuyakirin ku çi dema pêwîstî bi wan hebe, wê dîsa vegerin. Hêzên leşkerî yên Minbicê wê derê diparêzên.
Li Rojava ENKS heye? Li wir endam û rêveberên wê dijîn, najîn, çi ye rewşa wan?
Rêveberiya xweser pergalek e û ne ji Kurdan bi tenê pêkhatî ye. Rêveberiyê ji destpêkê ve bang kir û got, werin bi cih bibin. Em xizmeta we bikin. Lê destûrê bigirin. Beşek ji wan got, em bawerî bi we naynin û têkiliya me bi we nîne. Di ser de jî bûroyên xwe vekirin û karê xwe jî dikin. Alên wan jî li ba dibin, xebata wan jî dimeşe. Ev kes ji bo ku rehetî û aramî çênebe çi ji destê wan tê dikin. Destûrê nagirin û çalakiyan li dar dixin. Xweserî dibêje, li dijî me jî hûn dikarin çalakiyan bikin, lê destûrê bigirin da ku em we biparêzin. Dema bê destûr meşiyane û leqayê hind ciwanan hatine, bûyerê rûdaye. Di ser de jî niha sih ciwan girtî ne, bîst ji wan jî tên lêgerîn. Di çapameniyê de bi awayekî eşkere ji bo me dibêjin; em ê wan tine bikin. Ew li dijî hebûna Rojava ne. Ji leşkeriyê heta perwerdehiya bi Kurdî tev de dijberî dikin.
Heta niha hevdîtin an jî hewldanên gihhiştina çareseriyekê nebûne?
Me gelek caran hewl da. Li gel KDP´ê jî da ku Mesûd Barzanî ji vê siyaseta xwe vegere û têkeve nav refên Kurdistanî. Ew bi tenê ji derveyî refên Kurdistanî mane. Lê mixabin, niha dixwazin ew kesên ku di bin navê pêşmergeyên Roj de li Başûr kom kirine, bişînin ser Rojava.
Îhtîmaleke wisa heye?
Ji bo KDP´ê karekî pir zehmet e, lewre misoger hîna di nîvê rê de nîvî ji wan dê dev jê berdin. Çiqas jî nakokiyên siyasî hebin em bawer in ciwanên Kurd li dijî birayên xwe şer nakin. Yên din jî eger di ser Tirkiyeyê re derbas bibin û tevli wan radîkalan bibin, KDP dizane ku êdî ew nema li wan vedigerin. Jixwe, mûçeyên wan pêşmergeyan qut nabin, ji Tirkiyeyê diçin.