Hevseroka Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Nîlufer Koç û Nûnerê Kantonên Rojava yê li Başûrê Kurdistanê Şerzad Êzîdî, betalkirina meşa li dijî girtina Deriyê Sînor ê Sêmalkayê, şermezar kirin.
Nûnerên KNK’ê û gelek partiyên siyasî, bi rasthatina 100. salvegera hevpeymana Sykes-Pîcotê xwestin pêr li ser sînorê Rojava û Başûrê Kurdistanê çalakiyekê li dar bixin û girtina Deriyê Sînor ê Sêmalkayê, pê re jî ambargoya li ser Rojava şermezar bikin. Lê meş ji aliyê hêzên asayîşa PDK’ê ve hate astengkirin.
‘Ambargo biryara PDK’ê ye’
Derbarê astenkirina meşê de Hevseroka KNK’ê Nîlufer Koç nerazîbûn nîşan da û got, PDK bi vê astengiyê polîtîkayên mêgtingerên Kurdistanê pêk tîne.
Nîlufer Koç diyar kir ku kesên di hikûmetê de cih digirin jî di nav daxuyaniya çapemeniyê de cihê xwe digirin û got: “Dema me ji bo daxuyaniyê da rê, ji Tevgera Gorran, YNK’ê, Yekgirtû, Tevgera Azadî, Hizbî Zehmetkêşan, Partiya Ayînde, REPAK’ê û ji gelek rêxistinên civaka sivîl nûner jî amade bûn. Lê, PDK’ê çûyina me asteng kir. PDK’ê bi vê, careke din nîşan da ku ev ne biryara hikûmetê ye, biryara PDK’ê bi xwe ye.”
‘Têkoşîna me wê bidome’
Hevseroka KNK’ê Nîlufer Koç, salvegera Komkujiya Hewlêrê bi bîr xist ku tê de peşmergeyên PDK’ê 63 gerîlayên birîndar û nexweş qetil kiribûn û got: “Îro her weha, em li hember feraseta Birakujiyê jî li vir bûn. Me yê Sykes-Pîcot şermezar bikira. Me çalakî ji bo vê amade kir. Nehiştin em biçin derî, lê me dîsa jî peyama xwe gihand gelê xwe û têkoşîna me wê bidome.”
‘Ev şerma PDK'ê ye’
Nûnerê Kantonên Rojava yê li Başûrê Kurdistanê Şerzad Êzîdî ji da xuyakirin, ku astengiya li pêşiya meşa Sêmalka ya ji bo rakirina ambargoya li ser Rojava, rûyê rast ê PDK'ê careke din raxistiye pêş çavan û got, "Ev şerma wan e."
Êzîdî diyar kir ku modela Rojava ji bo çar parçeyên Kurdistanê û çareseriya hemû pirsgirêkên li Rojhilata Navîn dikare bibe mînak û got, "Em sîstemeke ne navendî ava dikin. Ne mîna tek tekên Erdogan. Em hewl didin projeyên jiyana bi hev re û qebûlkirina hev, biafirînin. Ev yek ji bo Sûriyeyeke demokratîk, şens e."
‘Ev ne helwêsta gelê Başûr e’
Êzîdî diyar kir ku PDK dixwaze bi ambargoyê gelê Rojava bi birçîbûnê terbiye bike û got, "Bila PDK vê baş zanibe; me li ber hêzên ku PDK pişta xwe dispêrê wan serî netewandiye. Em ê bi ti awayî serî li ber PDK'ê netewînin. Lê em dibêjin, ev helwesta PDK'ê ne helwesta gelê me yê Başûr e. Em baş zanin ku ev yek ne nêzîkatiya siyaset û hikûmeta Başûrê Kurdistanê ye."
‘PDK wê tevî AKP’ê biçe’
Şerzad Êzîdî bal kişand ser têkiliyên PDK’ê û AKP'ê û got: "Eger PDK bi vî rengî dewam bike, wê tevî AKP'ê biçe.”
Êzîdî axaftina xwe weha bi dawî kir: “Girtina deriyê Sêmalka zerarê dide gelê me yê li Başûr jî. Divê pirsgirêkên li Başûr derhal bên çareserkirin. Eger PDK dixwaze ji bo Kurdistanê tiştekî bike, beriya her tiştî divê pirsgirêkên gelê me yê li Başûrê Kurdistanê çareser bike."
NAVENDA NÛÇEYAN