Kurkçu got, heke li Serêkaniyê hilbijartin bihatana dûbarekirin, ew ê bi serketana û weha pêde çû: "di hilbijartinan de ku bi 10, 30 dengan ji dest hatin dayîn me bi 1.500, 2000 dengên zêde bi dest xistin. Sedema vê jî rêbaza me ya siyasetê ye. Em ê dawiyê bînin li desthilatdariya AKP'ê. Her aliyê Serokwezîr êşiya. Ev êş wê di hilbijartinên Serokkomariyê û hilbijartinên 2015'an de jî dewam bike."
Kurkçu ji Erdogan re got, "hûnê bi zimanê nefretê çawa çareser bikin? Bi kujerên kirêkirî êrîş birin ser wan kesan ku azadiya Ocalan dixwestin. Em ê serê xwe netewînin, em ê dinyayê li van êrîşkaran teng bikin. Lewma bi van planan ber bi me ve neyên, bi karên rast werin."
Em ê ji Ocalan re azadiyê bixwazin
Kurkçu êrîşa komeke nîjadperest a bi kêr û çekan li dijî dezgeha îmzeyan a ji bo azadiya Ocalan li Gazîosmapaşa ya Stenbolê rû da bibîr xist û got: "Çeteyeke ku diyar e bi polîsan re tevdigere, ji çep û rastê bi ser mirovên me yên li ber dezgehê meşiya. Kesek bi qesetûre ji serê xwe, çar kes jî ji destên xwe birîndar bûn. Plana B ev e; li her devera Tirkiyeyê astengkirina xebatên HDP'ê. Em serê xwe natewînin. Em ê ji Ocalan re azadiyê bixwazin. Emê ji têkoşîna ji bo aştî û biratiyê venegerin."
ENQERE