Fermandarê Hêzên Parastina Gel (HPG)’ê Hîwa Cemîl bi nasnav Helwêst Partîzan di 19’ê Mijdarê de li herêma Bagokê ya ser bi Mêrdîna Bakurê Kurdistanê di encama şer û pevçûnên bi hêzên dagirker yên artêşa Tirk de şehîd bû.

Xwişka Şehîd Helwêst, Necat Hemîd ji ajansa me re axivî û got: “Pir serbilindim ku xwişka şehîd Helwêstim ku canê xwe di oxira Kurdistaneke azad de feda kir.”

Her wiha balkişand ser armanca ku Helwêst di oxira wê de canê xwe bexşandiye û wiha berdewam kir: “Armanca şehîd Helwêst, yekbûna Kurdistan û gelê Kurd bû. Ji bo gelê wî azad bijî têkoşiya. Emê di rêya wî de berdewambin. Helwêst nimûneya yekîtiya netewiye.”

Birayê şehîd Helwêst, Omer Hemîd jî diyar kir ku ewê heya dawiyê doza şehîd bişopînin. Omer Hemîd wiha axivî: “Hêvîdarim ku Şehîd bûna Heval Helwêst bibe hêvênê Yekîtiya Netewî ya Kurd. Pêwîste em hemû dest bidin hev li beramberî rejimên dagirker yên Kurdistanê şer têbikoşin. Ji derveyî Kurd kes alîkariya Kurd nake. Ji lewma ancax em dest bidin hev û xwedî yek helwest bin.”  

Wê bi Kurdistana azad dacîdar bibe

Koma Civakên Kurdistanê (KCK)’ê peyameke sersaxiyê weşand û diyarkir ku ewê weke KCK’ê dildarî û azweriya gerîlayê HPG’ê Helwêst Partîzan a ji têkoşîna azadiyê re bi Kurdistana azad tacîdar bikin. 

KCK’ê di berdewamiya daxuyaniya xwede wiha got: “Em sersaxiyê ji malbata wî û tevahiya gelê Kurdistanê re dixwazin. Hevrê Helwêst ji Silêmaniyê bi rê ket û li Dêrsim, Amed, Mêrdîn û Herêmên Parastinê yên Medyayê bi eşqeke mezin ji bo azadiyê têkoşiya. Gelê me û hemû hevrêyên wî wê vê têkoşîna wî ya azadiyê ji bîr nekin û eşqa wî ya ji têkoşîn û azadiyê re bi Kurdistana azad tacrîdar bikin.”

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi van gotinan dawî li daxuyaniya xwe tîne: “Em soz didin; emê têkoşîna wî ya 21 salan, hesret û xeyalên hemû gerîlayan, li Başûr, Bakûr, Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê bi jiyana demokratîk û azad a gelê Kurd pêkbînin. Em bang li tevahiya ciwan û gelê Kurd dikin ku di çarçoveya pîvanên wî yên milîtanî û welatparêziyê de li her derê têkoşînê geş bikin.” 


 HEWLÊR