Di 70’emîn salvegera darvekirina Serokê Komara Mahabadê Qazî Mihemed û hevrêyên wî Hiseyîn Xanî Seyfî Qazî, Ebulqasim Sedrî Qazî de Endamê Konseya Rêveberiya Komelgeya Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) Argeş Karzan û Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) peyamên nivîskî weşandin.
KNK’ê Pêşewa Qazî Mihemed û hevalên wî bibîr anî û destnîşan kir, ku tevî zext, zordarî, kuştin û darvekirinê jî, gelê Kurd xwedî li têkoşîna Qazî Mihemed derdikeve û di roja îro de jî vê têkoşînê didomîne û Kurd, bi xwedîderketina li doza Qazî Mihemed têdikoşin.
Argeş Karzan jî di peyama xwe ya nivîskî de wiha ragihand; “Şehîdbûna pêşeng Qazî û hevrêyên wî di dîroka Kurdan de rojek reşe. Her wiha ji bo wan dîktatorên ku daxwazên gelê Kurd qebûl nekirîn jî rûreşî ye. Bi darvekirina şehîdên Komara Kurdistanê, ne ku xewin û daxwazên wan tine bûn, li Rojhilatê Kurdistanê rêya wan hîn didome û em jî weke KODAR li Rojhilatê Kurdistanê xwe weke berdewama rêya pêşeng Qazî Mihemed a ji bo bidestxistina mafên gelê Kurd dibînin. KODAR bi bîranîna şehîdên Komara Kurdistanê, xwe weke şopdarê rêya pêkanîna xewnên Qazî yên li ser bingehê azadî û wekheviyê dibîne.”
BRUKSEL