Li bajarên Ewrûpa û gelek bajarên dinyayê ji bo Mam Zekî çalakî hatin li dar xistin. Mam Zekî 15´ê Tebaxê di encama êrişa dewleta Tirk de li Şengalê, piştî bibîranîna qurbaniyên komkujiya li Koço, hatibû şehîdkirin. Çalakiyên li Erûpa bi rê ve çûn li bajarên Elmanyayê Hannover, Hamburg, Mannheim, Heilbronn, Bremen, Berlîn, Kassel, Gottingen, li bajarê Danmarkê Isojê, li bajarên Awusturyayê Viyana û Grazê, li bajarên Fransa Parîs û Toulousê û li paytexta Inigilistanê Londonê, li bajarên Swîsreyê Lozan û Zurichê, li bajarê Swêsdê Goteborgê, li bajarê Belçîkayê Brukselê û li bajarê Îtalyayê Bolzanoyê.

  [gallery ids="126067,126066,126065,126064,126063,126062,126061"]  

Çalakiya herî girseyî jî li bajarê Elmanyayê Hannoverê çêbû.

Qederê 5 hezar kesî beşdarî mîtînga rûreşkirina çalakiyê bûn. NAV-YEK´ê çalakî organîze kir. Ji çalakgeran Ahmet Ekinci got, “Ev çil sal in li Celle dimînim. Bi malbata Mam Zekî re malbata me weke yek malbatê ye. Mam Zekî timî xizmeta civakê kir. Di nava civakê de wî timî pirsgirêk çareser dikirin. Dema ku wî rêxistin nas kir, wî tevahiya hêza xwe diyarî netewe û gelê xwe kir.”

Li bajarê Elmanyayê Hamburgê jî Kurdistaniyan li ber avahiya konsolosxaneya Tirk, qetilkirina Şengalî şermezar kir.  Di axaftinan de hat gotin, dewleta Tirk dixwaze qirrkirina DAIŞ´ê beriya çar salan dayî destpêkirin temam bike.

 

NAVENDA NÛÇEYAN