Vê hefteyê endamên Insîyatîva Jinan a Ingilîstanê, Nobeta Azadiyê ya li Strasbourgê dewr girt.
Nobeta Azadî ji Ocalan re li bajarê Fransayê Strasbourgê di hefteya xwe ya 327´an de li ber Konseya Ewrûpayê (KE) dewam dike.
Hefteya bihurî, ji bajarê Fransayê Evryê, komek ji welatparêzên Kurd dewr girtibû. Şemiya bihurî jî Insîyatîva Jinan a Ingilîstanê çalakî dewr girt.
Endamên Insîyatîfê daxuyanî da, fikarên xwe yên derbarê dewamkirin û şidandina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan îfade kirin. Çalakgeran, biryara şidandina tecrîdê û cezayê disîplînê yê li dijî Ocalan û girtiyên din ên li Imraliyê Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş bi bîr xist û got, ev yek fikarên wan zêdetir dike.
CPT divê bi erka xwe rabe
Çalakgeran ji bo vî cezayî got, “Em Înîsiyatîfa Jinan vê biryarê nas nakin” û di serî de li CPT, wan bang li saziyên Ewrûpî kir da ku bi erka xwe rabin. Endamên Insîyatîvê xwest ku tecrîda girankirî betal bibe û şandeyek li cihê cih, rewşê bişopîne.
Çalakgeran wekî din got, “Daxwaza sereke ya me çalakgeran ew e ku fikarên di vê biwarê de bersiva xwe bibînin” û wiha bang li gelê Kurd kir: “Banga me li hemû Kurdan ew e ku di çarçoveya demokratîk de daxwazên xwe bînin zimên”.
Nobeta Ji Ocalan re Azadî, ji 25’ê Hezîrana 2012’an ve li dijî dest pê kir û ji hingê ve bê navber dewam dike. n STRASBOURG