Festîvala Navneteweyî ya Kurd cara 24’an li Elmanya li bajarê Kolnê bi beşdariya bi deh hezaran kesî ve hat lidarxistin. Kurdistaniyan ji serkeftinên têkoşîna li hemberî teroristên li Rojava û li Suriyeyê çiqas bi çoş bûn û li dijî dewleta dagirker a Tirk ku niha AKP û Erdogan serkêşiya terora wê dike, ewqas jî bi hêrs bûn. Her wisa ji Nîsana sala 2015’an ve ti agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê wergirtin, bi taybetî piştî hewldana cuntaya leşkerî ya 15’ê Tîrmehê, ev fikar gihiştiye asteke herî bilind. Me jî bi minasebeta festîvalê guh da hind nihêrînên hunermendên ku bi salan e beşdarê festîvalê dibin û ji nêzîk ve ji doza azadiyê ya Kurd haydar in.


Aliyê serdestan in yan jî bindestan?

Hunermend Özlem Gerçek: “Li aliyekî dinya pir piçûk bûye, haya gelek kesan ji gelek bûyeran di kêliya wê de çêdibe. Li welatê me hema bibêje her roj, rojev ji aliyê desthilatdaran ve tê guhertin. Rastiya babetê ev e ku êriş, şer, û projeyên dijwar li ser me tên meşandin, wisa ne ku dikarin siberoja me tarî bikin. Ji vî aliyî ve gava em lê binihêrin, rewşeke tarî li holê ye. Muxalefet nemaye, hatiye lawazkirin. Li derdora HDP’ê kesên li ber xwe didin hene. Ew jî di çi halî de ne, tê zanîn. Ji her demê bêhtir hewcedariya me bi yekîtiyê heye. Divê em cudahiyên xwe deynin aliyekî û bibin yek. Divê hunermend aliyê xwe zelal bikin, li aliyê serdestan in yan jî yê bindestan? Derbarê rewşa birêz Ocalan de civaka pêşverû tevde bi fikar e. Eger bi rastî jî tiştek anîbine serê wî, li Tirkiyeyê ji sedî sed wê şerê navxweyî dest pê bike. Bi rastî jî ev gel rûnanê û li dijî qetilkirina serokê xwe bêdeng namîne.”



Divê kes li mala xwe nesekineEndamê Koma Gulên Xerzan, Hunermend Çiya: Ez ji welêt têm, beşdarbûna vê festîvala mezin ji bo min rûmet e. Wek hûn jî dizanin îsal li welatê me xweserî hat ragihandin, li gel gelek wendahiyên me jî gelê Kurd serketinên dîrokî û bi rûmet bi dest xistin. Niha di rojeva Kurdistanê de rewşa serokatiyê heye. Wek tê zanîn, greva birçîbûnê heye. Em jî wek Koma Gulên Xerzan beşdarê van çalakiyan dibin. Çi bikeve ser milê me em ê bi cih bînin. Divê kes li mala xwe nesekine, dûrketin û enirandin nayê qebûlkirin. Divê dewleta Tirk jî bizane ku serokatî li Rojhelata Navîn û li dinyayê xwedî cihekî girîng e, eger tiştek bê serê wî, fermana Tirkiyeyê wê rabe. Ev ne ew dem e ku dîl hat girtin û anîn Tirkiyeyê. Vê carê, wê pirr cihêreng be û Kurd li ku dijminekî bibînin wê êriş bikin. Di serî de Emerîka tevahiya dinyayê berpirsyar in ji rewşa serokatiyê.



Ocalan ji bo miletê Kurd gelekî girîng e Hunermend Hesen Şerîf: Beriya her tiştî ez xwe gelekî serfiraz û serbilind dibînim ku ev festîval xizmeteke gelek girîng ji aliyê çandî û siyasî ve di qada navneteweyî de dike. Ez gelek bi hêvî me ji rewşa Kurd û Kurdistanê. Bi taybetî rewşa Rojavayê Kurdistanê ber bi ronahiyê ve diçe. Ev ji bo gelên li Rojhelata Navîn bi giştî jî pirr girîng e. Her wisa em Kurd jî serkêşiya wê şoreşê dikin, em wisa jî pirr serbilind in. Li gel Rojava, Bakur jî sal û zemanên dirêj e di bin sîstemeke gelek xerab a Tirkan de dijî. Em jî wek hunermend bang li rêxistinên Kurd dikin ku li ser navên hevdu bi nebaşî neaxivin û yekîtiya Kurdan saz bikin. Miletê Kurd hemî bi fikar e, birêz Ocalan ji bo miletê Kurd gelekî girîng e. Tirsa me helbet heye, ev dijmin dikare bi her awayî tevbigere. Birêz Ocalan bi xwe jî digot; 150 metro nêzîkên min in. dive em tevde ji bo agahîgirtina ji rewşa Ocalan têbikoşin.



Belkî ev şer sed sal jî dewam bike Endamê Koma Berxwedan Hunermend Xelîl Xemgîn:Şoreşa Kurd û Kurdistanê dimeşe, ber bi serkeftinên mezin ve diçe. Helbet di vir de babeta herî girîng jî rewşa afirînerê vê şoreşê ya birêz Ocalan e. Dewleta Tirk a dagirker bi sebra Kurdan dilîze, eger tiştek hatibe serê serokatiyê belkî ev şer sed sal jî dewam bike. Ez wek hunermendê gel, di nav gel de me. Gel bi zor tê sekinandin, di xewnên xwe de jî şerên mezin dirust dikin, bi şev û roj di nav vê xeyalê de ne. Eger tiliyekî wî jî birîndar bibe, ev gel dê tevahiya dinyayê bişewitîne. Gelê Rojava ji dewleta Tirk natirse, ew dibêjin bila Tirk xwe ji ber sînor berde, dakeve jêr da ku em bikarin bi hev re şer bikin. Dê dewleta Tirk dersa xwe ji Rojava bigire. Ew ne xem e, Cerablus ket destê wan lê li aliyê Bab û Efrînê cihên girîng di destê şervanan de ne. Dewleta Tirk nikare li wir tiştên mayînde û girîng bike. Serkeftin a gelê Kurd e.



Heta dawiyê li cem gelê xwe bin Endamê Koma Berxwedan hunermend Kawa:Têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd di bin serokatiya tevgera azadiyê de her diçe bi xwe re qadên mezin diafirîne.  Kes û derdorên ku tevgera gelê Kurd wek terorîst îlan kirin, niha hêdî hêdî hembêza xwe jê re vedikin. Sedem jî wek tê zanîn bi serketina Kobanê ve, bi serketina şoreşa Rojavayê Kurdistanê ve girêdayî ye. Ev jî berhemên ramana Rêber Apo ne. Rêber Apo ji bo Rojava, Şengal û tevahiya Rojhelata Navîn ramanên xwe gotine, îro tevde derketine holê, heta bi darbeya li Tirkiyeyê jî gotinên wî derdikevin holê. Wek tê zanîn gelek kesan xwest festîvala me ya navneteweyî asteng bikin, lê gelê Kurd bi ser ket. Em jî wek hunermendên Kurd çawa dikarin li gel gelê xwe bisekinin, çawa bêhtir bertekên xwe yên şoreşgerî bidin nîşan. Gêncên me, ciwanên me her roj canên xwe yên pîroz feda dikin, tevger û rêbertî li ber xwe didin. Wek endamên Koma Berxwedanê, em ê heta dawiyê li cem gelê xwe bin.

Her wiha spasiya xwe pêşkêşî rojnameya Ozgûr Polîtîka dikim ku wek lingekî şoreşê yê li Ewrûpa kar dike û dengê me li dinê belav dike. Silav li hemû xebatkarên wê dikim.


YEKO ARDIL / KOLN