Çawa ku ewrekî avis bi xwe re baranê tîne, dilopekê dike derya û gerdûnekê diwelidîne, dayikek jî gerdûnê diwelidîne. Ji ber ku mirovahî xulaseyek ji gerdûnê ye, hemû sirr û sembolên gerdûnê di xwe de dihewîne. Wê demê gihiştina di wateya heqîqî ya mirovahiyê, fêhma gerdûnê ye bi awayekî. Di serdemên tarîtî û cahiliyê de mixabin mirov gelekî ji vê têgehê dûr ketiye û hatiye bidûrxistin. Lê gerdûn li gel bêxêrî û şerê tarîtî, zarokên bixêr û li gor heqîqeta xwe jî diwelidîne.
Em ê îro hinekî behsa vê zarokê bixêr ê serdemê bikin ku sê hebûn careke din zindî kirin. Beşdarbûna zêde ya jinan di pîrozbahiyên 4’ê Nîsanê roja jidayikbûna Rêber Apo de nîşaneya vê yekê ye ku mirovekî tenêbûna xwe ya ku ji vegotina heqîqeta serdema harbûnê, pê re rû bi rû ma, bi wê neteweyê re ku herî zêde hatiye mêhtîngehkirin, parve kir. Ew jî tevlî tenêbûna xwe kir û mirovahî pêhesiya ku di serdemeke ewçend tarî de dijî ku hemû dijber û kesên li hember serî radikin, bi tenê dihêle. Di wextekê de ku ew di hucreya takekesî ya serdema tarîtiyê de bi tenê hate hiştin, jinên ku ji civakê hatibûn qewitandin, ji jiyanê hatibûne xeyidandin, hemiyan tenhaiya xwe ber bi dergahê wî ve bir.
Di dema pîrozbahiyên 4’ê Nîsanê de li Qeredaxa Başûrê Kurdistanê min dît zarokekê bi saetan li wêneyê Rêber Apo yê li ser pasteyê temaşe dikir. Mirov li xwe şaş û matmayî dihişt. Hema li ber wî bi tîpên mezin 66 hatibû nivîsandin û ew jî tenê 6 salî bû. Hemû xeyalên xwe yên zarokatiyê yê Bekir û paqij di çavê mirovekî zana û mezin de didîtin. Di çavê gerdûnekê de li xwe digeriya, ji ber ku çavên mirovên vê serdemê ji mêj ve ye ku heqîqeta gerdûnê daye jibîrkirin. Hertim cihana mezinan berovajî zarokatiya me bûye, wan hewil danye hest û nêrînên xwe li ser me bi zorê tehmîl bikin, ji bo ku me bikin zarokên xeyal û serdema xwe. Lê werin ji xwe re li vî mirovê zana binêrin ku hewl neda xeyalên ti kesî têk bibe, berovajî ew bixwe bû xeyala mirovan. Di serdemekê de ku hemû mirovahî ji bo xwe, hestên xwe û berjewendiyên xwe şerê jiyanê dike, mirovek heye ku ji bo mirovahiyê hertiştî dike. Vê tenê bi xwe nake belkû dide kirin jî, fêrî mirovan jî dike ka çawa bibin parçeyek ji şerê li dijî nebaşî û nexêriyê.
Kurdan sal û zivistaneke reş derbas kir. Bi hatina buharê re herkes ji bo derxistina Ehrîman seferber bû. Bi dîlana xwe, bi dengê ken û kêfxweşiyên xwe, bi dengê dehol û zirneyên xwe lingê xirabiyê li ser sînga welatê xwe paşde kişandin. Çawa ku hemû xweza di buharê de şerê serma, seqem, mirin û tarîtiyê dike, mirovan jî bi xwe re fêrî vê dersa azadiyê dike. Mirov çendî nêzî xwezayê bibe, ewçend dikare fêrî berxwedan û jiyana rast bibe. Rêber Apo di ramanên xwe de bi xwezayê re li hev kiriye, beriya ku em li wateya heqîqî ya vê rastiyê bifikirin jî. Hevaltiya wî ya rast bi xwezayê re ye ku herkes ji bo wî di rojekê de bi hezaran daran diçînin. Darçandin îfadeya herî baş a rastiya Rêber Apo ye ku careke din ruh dide axê, mirovan fêrî hezkirina xwezayê û kedê dike. Ev hemû mijarên ne ji rêzê ne û bi serê xwe şoreş in ku wê bi sedê salan mirovahiyê rohnî bike. Şoreşa jinan, şoreşa zarokan, şoreşa xwezayê.
Jin, zarok û xweza hebûnên tî ne ku di deryayekê de ji bo şikandina tîna xwe têdikoşin. Gelo dibe ku mirov di reqsa barana deryayekê de ewçend tî be, gelo dibe di tenêtiyekê de mirov ewqasî xwe xwedî kes bibîne? Ez dibêjim ev tenêbûn û tîbûna li azadiyê ye, em hemû tiyê barana Nîsanê ne!