Jinan çalakiyên xwe yên boykotkirina tûrîzma Tirkî li ber Fuara Tûrîzmê ya Hamburgê dewam kir. Jinan bi çalakiya xwe li devê avahiya fuarê, bi gelek çalakiyên dîtbarî û performansan nîşan da ka çima divê Tirkî bê boykotkirin.
Çalakiyê îna bihurî weke rêzeçalakî dest pê kir û doh û pêr jî dewam kir. Çalakî bi hevkariya Komîteya Hamburgê ya Kampanya Women Defend Rojava, tevî înîsîatîvên Tatort Kurdistan û #RiseUpForRojava bi rê ve çûn.
Çalakgerên jin bi hebûna xwe û performansên xwe di heman demê de faşîzma dewleta Tirk û dijminatiya wê ya li dijî jinan jî protesto kir.
Di axaftina li cihê çalakiyan de hat gotin, “Dewleta Tirk di bin serokatiya Erdogan de ji xwe re kiriye armanc ku Konfederalîzma Demokratîk a li Bakur-Rojhilatê Sûrî tine bike û ev konfederalîzm êdî bûye sembolek ji bo demokrasiya rastî, ekolojiya civakî û azadiya cinsan. Û bi vî rengî em şerê faşîzma Erdogan dikin. Û beriya her tiştî ji bo Rojava em têdikoşin.”
Ber bi dawiya roja çalakiyan a diduyê ve, yanî pêr, bi performansekê zilma dewletê li jinan hat nîşandan û bi dîmenên eşkere banga boykotkirina tûrîzma Tirkî hat kirin. Ji ber firtonayê çalakiyên doh heta nîvrojê dewam kirin û bi heman rengî beşdarê fuarê hatin agahdarkirin û ji wan hat xwestin tûrîzma Tirkî boykot bikin.
HAMBURG