
Ji fermandarê YPG´ê yîn li Kobanê Mehmûd Berxwedan li ser hatina peşmergeyan a Kobaniyê peyivî. Berxwedan da zanîn ku hêzên pêşmerge yên derbasî Kobanê bûne ji yekîneya çekên giran pêk tê û anî ziman ku hêzên pêşmerge li cihê tê xwestin, bi çekên giran derbên bi bandor li çeteyên DAIŞ’ê dixin. Berxwedan bi bîr xist ku di şerê li hemberî çeteyên DAIŞ’ê de, însiyatîf di dawiya meha Cotmehê de ketiye destê hêzên YPG’ê û destnîşan kir ku bi Pêşmerge re ev însiyatîf qewîntir bûye.
Mehmûd Berxwedan got, wan hatina hêzeke Kurdistanî ji bo Kobanê, bi coş û kêfxweşî pêşwazî kiriye û vê yekê li seranserê Kurdistanê rê li ber hesteke neteweyî peyda kiriye. Berxwedan îşaret bi derketina holê ya têkiliyeke gelekî êrênî kir û weha dewam kir: “Di navbera me û pêşmergeyan de diyalogeke xurt afiriye. Pêşmerge di hevdîtinan de destnîşan dikin ku ew ji her tiştî re amade ne. Anîn ziman ku ew ji her şêwe plan û çalakiyê re amade ne, armanca hatina wan jî ev e. Hêza pêşmerge ya hatî ji yekîneya çekên giran pêk tê û di vî warî de ya dikeve ser milê xwe bicih tîne. Di nava sê rojên derbasbûyî de, di nava koordînasyonê de em bi rêbazeke gelekî erênî tevdigerin. Ya rast ev e: Em ji koordînasyonê wêdetir, weke yek artêşê tevdigerin. Ne em ne jî ew xwe weke hêzên cuda nabînin. Pêşmerge ji bo parastin û berxwedana Kobanê, ya ji wan tê xwestin bi fedekariyeke mezin bicih tînin.” Berxwedan wekî din got, pêşmerge dibêjin, eger pêwîst be ew ê çek û hêzeke bêtir a pêşmergeyan bînin Kobanê.
´Çekên giran ên pêşmergeyan bi tesîr in´
Fermandar Mehmûd Berxwedan dibêje çekên giran ên pêşmergeyan li derveyî bajêr bi tesîr in û vê yekê di hevsengiya şer de rê li ber guhertinekê vekiriye. Berxwdan weha dirîjî da gotinên xwe: “Bandoreke cidî ya psîkolojîk li ser dijmin çêkir. Li ku derê tê xwestin Pêşmerge li wir çekên giran bi bandor bikar anîn û bikar tînin. Em jî careke din malavahiya wan dikin.”
´Îdîa ne rast in´
Femandar Mehmûd Berxwedan li ser îdîayên dibêjin, di navbera YPG´ê û Artêşa Azad de hene, got, ev îdîa ne rast in û weha peyivî: “Ev îdîa bêbingeh û derew in. Nûçeyên li ser ‘me hêzên ser bi Abdulcabba Egîdî yên hatine Kobanê qebûl nekirine’ ne rast in. Ev nûçe û îdîa lîstika çeteyên DAIŞ‘ê û hevkarên wan e. Berevajî, em tifaqa xwe xurtir dikin û em ê xurtir bikin.”
´Gelek kuştî û birîndarên DAIŞ’ê çêbûn´
Berxwedan bi bîr xist ku însiyatîfa şerî ji destpêka vê mehê ve di destê hêzên YPG´ê de ye û çete timî teqwiyeyan dikin ji Reqa, ji herêmên din û hêzên xwe yên biyanî yên jî tînin û weha dewam kir: “Di nava hefteyekê de, li gorî tespîtên me û agahiyên çavkaniyên me xwe gihandî wan, bi sedan çeteyên DAIŞ’ê hatine kuştin. Em dikarin bibêjin, çeteyên DAIŞ‘ê di nava hefteya dawî de, ji windahiyên ji destpêka şer heta niha daye bêtir windahî dane. Ev rewş jî nîşan dide ku însiyatîf ketiye destê hêzên me. Li her eniyê serdestî êdî ya me ye û em derbên giran li wan didin.Teqwiyeyên çeteyên DAIŞ’ê rojane derbên giran dixwin û bêbandor dimînin.”
´Sivîl di şert û mercên zehmet de ne´
Berxwdana li ser rewşa sivîlên li Kobanê jî agahî dan û got, “rewşa sivîlan ne baş e. Di nava şer de ne. Şer yekser bandorê li wan dike. DAIŞ her roj li navenda bajêr û qiraxên bajêr êrîşî sivîlan dike. Li aliyê din demsala zivistanê destpê kir û sivîl li binê konan ji hewcedariyên rojane yên bingehîn bêpar hewl didin bijîn. Elektrîk û av nîne, mercên jiyanê gelekî giran in.”
SEDAT SÛR/ANF/KOBANÊ