Ji roja ku DAIŞ êrîşî Kobanê kir û heya niha bi deh hezaran Kurrd ji warên xwe koçber bûn. Didestpêka êrîşan de Tirkiye ji bo Kobanê vala bike deriyê sînor heya dawiyê ji koçberan re vekir. Lê her ku dît kesên ciwan û li ser xwe piştî malbatên xwe derbasî serxetê dikin, careke din vedigerin Kobanê, îcar polîtîkaya xwe guherand. Êdî nehîşt ku kes vegere Kobanê. Lê ligel vê yekê jî bi hezaran ciwanên Rojavayî dem dem xwe li têlan xistin û derbasî Kobanê bûn.
Ligel malbatên ku derbasî serxetê bûn, malbatên ku nexwestin zarokên xwe û xaka Kobanê terk bikin jî hebûn û ev malbat bi her awayî niha li ber xwe didin. Bi hezaran jin û mêrên extiyar û zarok xaka Kobanê ku ji bo xwe û pêşeroja gelê Kurd “xakeke pîroz” dibîne, dibêje ku ew ji tîna û birçîna bimirin jî rûmeta xwe ango Kobanê naterikînin.
Jin û zarokên ku di bin şert û mercên xirab de dijîn ligel ku sînorê Tirkiyeyê 100 gav dûrî wan e jî bi gotina wan “tenezul” nakin. Kurdên ku piştî çend rojan bi arvanê ku YPG’ê li wan belavkiriye nanê sêlê dipêjin, dibêjin ku li cihê berxwedana YPG û YPJ’ê hebe rûmet heye û ew vê rûmetê naterikînin. Ligel hemwelatiyên ku nan dipêjan hin dayikan jî serê zarokên xwe yên bi rojan e neşûştine dişûştin.
Dayikan digot ku êdî sipî ketine serê zarokên wan û bertek nîşanî polîtîkayên Tirkiyeyê dan.

Ji Helebê koçber bûne

Dayika bi navê Ferîdê Tirko ku paşiya wesayita xwe kiriye hemam û serê zarokên xwe di wesayitê de dişûşt diyar kir ku 2 sal berê ew ji Taxa Heyderiyê ya Helebê koçber bûne û hatine Kobanê. Dayika Ferîde anî ziman ku îcar dixwazin Kobanê xirab bikin û careke din wan koçber bikin û wiha got: “Lê em axa xweterk nakin. Ligel hemû zorî û zehmetiyên niha hûn jî dibînin em ji vir naçin. Ka binihêrin sipî ketine serê zarokên me. Ne konên me hene, ne dermanek, ne kincek, ne jî doşekeke ku em li ser razin. Derdora me tije keriyên heywanane û em û heywanên me di nava hev de dijîn."
Dayika Ferîde dibêje ku çeteyên DAIŞ serê zarokan jêdike lê ligel vê yekê jî dinya alem bê deng eû wiha bertek nîşanî rayedarên dewleta Tirk dide: “Tu ji xwe re dibêjî îslam. Ka li ku derê ma musilmaniya we. Hûn radibin dibêjin li Kobanê sivîl nemane. Naxwe em û ev zarok çine. Em xwedî şehîd in, xwedî rûmet in û em van terk nakin."
Di dema axaftina dayika Ferîde de hemwelatiyek mînakekê dide û wiha dibêje: “Li Ewropa kesek guleyek berda roviyekî û birîndar kir. Rabûn ew mirov dîdin û ceza danê. Lê li vir çeteyên DAIŞ kêrêdide serê zarokên me û edaleta dinyayê bê deng e. Bila zanibin Kurd xilas nabe."


Bavê zarokan li eniya şer in
Hemwelatiyê bi navê Ehmedê Henîfî jî got ku ew ji gundê Gabelek yê dikeve rojavayê Kobanê ye û wiha got: "Em axa xwe na terikînin. Hebûna me jî tunebûna me jî dê li ser vê axê be."
Dayika extiyar Alê Şêxo jî pitikê 3 mehî digire destên xwe û dibêje ku navê wî Rustem Cûdî ye. Dayika Alê Şêxo wiha dibêje: "Xwişkeke vî pitikî jî heye 5 salî ye û navê wê Şemsê ye. Niha bavê van li Kobanêdi çeperên şer de ye. Em ê çawa vir biterikînin."
Hemwelatiyê bi navê Mistefa Îsmaîl jî bang li hemû hêzên navneteweyî kir ku alîkariya Kobanê bikin û wiha got: “Divê ew hêzên li dijî DAIŞ'ê jî, berxwedana me ya li hemberî van çeteyan bibînin. Gelê me li vê derê parîşan e. Divê koridoreke alîkariyê vebe. Em naxwazin panaber bibin, em dixwazin li ser axa xwe di binparastina YPG û YPJ'ê de bijîn."
Em naxwazin axa xwe biterikînin
Salih Osman jî diyar kir ku ew rewşeke xirab dijîn û wiha pêde çû: "Duh jineke ducanî nexweş ket. Bi saetan di nav betaniyê de ma, lê belê nehîştin em derbas bikin. Di wesayitê de zarokê xwe anî dinê. Nan tune, av tune, derman tune, derfetên paqijiyê tune... Em dixwazin çareyek jime re were dîtin. Em naxwazin dest ji axa xwe berdin. Ka li kuderê ye raya giştî, saziyên mafê mirovanû demokrasî?
Wahîde Hemed, Asiya Ebas û Naîle Elî jî gotin ku ew ji her çar aliyan ve hatine dorpêç kirin û di bin zulmeke mezin de ne.  
Semîra Mualim a 50 salî jî ku ji gundê Degirmane wiha got: “Di saet 10.00'an de DAIŞ kete gundê me.
Me tenê kirasên ser xwe karibû xilas bikin. Me her tiştên xwe li pey xwe hişt. Lê em xaka xwe li peyxwe nahêlin."