LUQMAN GULDIVÊ / NAVENDA NÛÇEYAN

Ji bo em rewşa halê hazir a li Şengalê û nexasim li Xanesor û hawîrdora Sinûnê fêr bibin, bi endamê Meclîsa Rêveber a Şengalê Haşim Hecî Hesen re peyivîn ku bi xwe halê hazir tevî xelkê xwe li çiyê girtî di nava xelkê Xanesorê de li Çiyayê Şengalê ye.

Haşim Hecî Hesen got, qismek ji xelkê Xanesor û hawîrdora Sinûnê ji ber ku hin êrişkarên dema fermanê di nava çeteyên bi navê Pêşmergeyên Roj de nas kirine, tirsiyane û xwe li çiyê girtine. Haşim Hecî Hesen bi îhtîmam îşaret bi wê yekê kir ku êrişkar çete ne ku cilûbergê Pêşmergeyan li xwe kirine. Haşim Hecî Hesen herî dawî bang li xelkê Êzîdî û xelkê Şengalê kir ku bi tifaq bin û piştrast bin ku ew ê karibin li dijî êrişan xelkê xwe biparêzin.

Tesîreke mîna fermana 2014´an

Piştî êrîşa 3´yê Adara 2017´an a li dijî Xanesorê, ku tê de 2 gerîlayên HPG´ê bi namerdî hatin şehîdkirin û 5 şervanên YBŞ´ê jî hatin şehîdkirin, li ser rewşa sivîlên navçeyê gelek propagandaya nerast nexasim jî di çapemeniya PDK´ê de hat belavkirin. Ji bo ku em der heqa rewşa sivîlan de agahdar bibin û ka xebatên Meclîsa Rêveberiya Şengalê li hemberî rewşê çi dike, fêr bibin, em bi endamê meclîsê Haşim Hecî Hesen re peyivîn.

Haşim Hecî Hesen bi gotinên, "Em dikarin bibêjin, tesîreke mîna fermana 3´yê Tebaxa 2014´an, wisa li milet kir. Çilo hingê êriş kir, milet teslîmî DAIŞ´ê kirîn, eynî wî DAIŞ´î êrişî ser milet kir. Dîsa ew DAIŞ bixwe cil lê kiribûn bi navê pêşmerge anîn, xistin Xanesorê. Lê belê milet bi rêxistin bûye, weke hingê milet berê xwe neda revê, lê milet ji Xanesor û Sinûnê xwe li Çiyayê Şengalê girt."

Milet çeteyên DAIŞ´ê nas kirin

Endamê Meclîsa Şengalê, Haşim Hecî Hesen da zanîn ku di vê êrişê de bi hezaran malbatên li Xanesor û ewqasê li Sinûnê mexdûr bûne. Wan her tişta xwe bi cih hiştiye, zarokên xwe xilas kirine û hatine Çiyayê Şengalê. Li gorî wî, niha rewş baştir bûye û sedema tirsa milet ji êrişê jî wiha rave kir: "Milet hinekê ji wê tirsiya, milet ew nas kirin, ew DAIŞ´ên ku di fermanê de êriş kirin, milet ew nas kirin. Ji ber wê jî berê xwe da Çiyayê Şengalê. Ji gundê Xanesor û Sinûnê bi hezarên malan çûn kampên serbest, li wan xwe bi cîh kirin." 

Li ser îdîayên dibêjin YBŞ´ê rê girtiye li sivîlan jî Haşim Hecî Hesen got, "Ji ber wan çeteyên DAIŞ´ê niha rêya di navbera Sinûnê de hatiye girtin. Ew îdîayên dibêjin, YBŞ´ê rê girtiye, rast nînin. Ev çete jî her ew in ku dema fermana 3´yê Tebaxa 2014´an de êrişî Şengalê kirîn. Cilan li wan dikin, her navekî yan Cebhe el-Nusra ye, yan DAIŞ e yan pêşmerge ye, cilan li wan dikin û derbasî nav cîhan dikin."

Li ser pirsa ka xelkê ji nêz ve êrişkarên dema fermana Tebaxa 2014´an nas kirine, endamê Meclîsa Rêveber a Şengalê Haşim Hecî Hesen got, "Dema êriş di fermanê de li dijî Sîba Şêx Xidir, Til Izêr, berê li ser Girzerê çêbû, li wî milî dema birîndar anîn nexweşxaneya Şengalê, birayê midûrê wê nexweşxaneyê niha ew fermandarê pêşmerge ye, ew ê ku li nexweşxaneya Şengalê birîndar kuştîn, niha ew li pêşiya vî şerî hatiye, dibêje, ez ê erdê Xanesorê û erdê Şengalê hemûyî bixim bin destê xwe. Dîsa hatine ku wî DAIŞ´î li milê Xanê, Sinûnê û Şengalê bi cih bikin."

Dayik li ber xwe didin

Haşim Hecî Hesen dide zanîn ku hinek dayik li ber xwe didin û wiha dewam kir, "Dayik li ber çeteyan sekinîne, dibêjin, çi dibe bila bibe em dev ji xaka xwe bernadin." 

Ji bo tedbîrên bicihkirin û parastina penaberan jî, Haşim Hecî Hesen lê mikur hat ku ew li benda tiştekî wisa nebûn, ji ber wê jî amadekariyên wan kêm bûn, lê wan malbat li kampan bi cih kirine û wiha peyivî: "Me, ya rastî, xelk hêdî hêdî li gundan bi cîh kiribû. Me ava wan elektrîka wan anîbû. Niha bi alîkariya Rojava çawa piştî fermana Tebaxa 2014´an me alîkarî digihand xelkê xwe, em niha dîsa wî tiştî dikin. Em nahêlin înşela miletê me hewceyî tiştekî bibe."


Plana Erdogan û Barzanî

Endamê Meclîsa Rêveber a Şengalê Haşim Hecî Hesan da zanîn ku ew ji her êrişê re amade ne, hem di warê eskerî û hem di warê siyasî de û ew ê di demeke kurt de weke meclîs jî bicivin û tedbîrên berfirehtir jî minaqeşe bikin û ew ê bi ti awayî dev ji xaka xwe bernedin, rê li ber fermaneke nû venekin. Herî dawî jî ev bang kir, "Plan a Tirkan, Mesûd Barzanî û Erdogan e. Dema 3´yê Hezîrana 2014´an Mesûd Barzanî çû Urdunê, hingê Şengal teslîmî DAIŞ´ê kir. Niha jî beriya êrişê bi 5 rojan çû Tirkiyeyê û got, ez ê Şengalê teslîmî van çeteyan bikim. Em bang li miletê xwe dikin çend hişyar bin û çend xwe firotibin, xapiyabin, ew jî bi xwe bihisin, wegerin ser rêya rast. Kes Şengalê ji YBŞ´ê pê ve naparêze. Bangewaziya me ji bo hemû hêzên siyasî jî ew e ku vê êrişê şermezar bikin."



PDK komên çekdar sewqî Xanesorê dike

Çekdarên PDK’ê sewqiyeteke nû ji aliyê bendava Mûsilê ve ji bo Xanesora Şengalê dikin. Ev yek ji bi dîmen hat pesendkirin. 

Li gorî agahiyên herêmî, komên çekdar yên ser bi PDK’ê ku xwe weke pêşmergeyên rojava bi nav dikin, amadekariya êrîşeke nû li dijî Xanesorê dikin û hewl didin rêya di navbera Rojava û Şengalê de bigirin. Li gorî çavkaniyan, komên çekdar yên PDK’ê vê carê ji aliyê bendava Mûsilê ve hêzê sewqî Xanesora Şengalê dikin.

Di heman demê de van komên çete, hêzên nû li xeta bajarokê Rabîa bi cîh kirine û komên nû şandine devera korîdora Şengal-Rojava. Dîmenên ji Xanesorê jî nûçeya li jor a sewqiyata hêzên çete ên PDK´ê piştrast dikin.