Piştî ku Waliyê Mûsilê qebûl kir, qeymeqamê PDK’yî, Mehma Xelîl û endamên meclîsê pêr xwestin vegerin Şengalê. Lê belê civaka Êzîdî li ber van kesan rabû ku 3’ê Tebaxa 2014’an ew di nava lepên çeteyan de hiştin û ji Şengalê reviyan. Êzîdiyan got, “Em naxwazin xayinan li vir bibînin.”
Xelkê Şengalê ji navçeya Sinûnê heta bi navenda Şengalê meşiya. Hêzên Iraqî bi gef û êrişa çekdarî hewl da pêşî li gel bigirin, lê Şengaliyan astengî qebûl nekirin û xwe gihandin ser rêya bingehîn a bajêr. Êzîdiyan nehişt ku qeymeqamê PDK’î û endamên meclîsê bikevin hundirê Şengalê. Doh jî li ber avahiya qeymeqamiyê li hev civiyan û daxuyaniyek dan çapemeniyê.
Semîr Derwêş bi navê gelê Şengalê daxuyanî da û got, ew van kesan naxwazin ji ber ku yên bûn sedem ku Şengal bikeve destê DAIŞ’ê ev in.
Daxwaza Êzîdiyan
Gelê Şengalê ev daxwaz li hikûmeta Iraqê kirin:
- Em rêveberên berê yên Şengalê ku PDK’yî ne, naxwazin li vir bibînin. Ji ber ku wan xiyanet li me kir û ji vir çûn.
- Em dixwazin rêveberiyeke nû were hilbijartin û pêşniyaz dikin ku rêveberên xwe bi xwe hilbijêrin.
- Heger ev daxwazên me neyên qebûlkirin, em ê çalakiyên xwe bidomînin.
Wekîlê qeymeqamê Şengalê Fehed Hamîd jî destek da gel û got, “Ji sala 2003’an û vir ve PDK’yî nahêlin ji bilî wan kesek vê wezîfeyê bike. Lewma mafê gel e ku ji nava xwe namzetekî hilbijêre.”
ANF/ŞENGAL