Bendav komkujiya çandê ye
Namzetê Hevşaredar Murat Tekin, polîtîkayên ku heta niha li ser Heskîfê hatine meşandin rexne kir û wiha got: "Heskîf di nava axa Mezopotamya de warê herî bi kok û dîrok e. Heta 12 hezar sal dîroka wê heye. Heta niha ji gelek şaristan û çandan re malovanî kiriye. Dîrok, çand û çavkaniya jiyanê ya herêmê ye. Em naxwazin Heskîf winda bibe. Em dixwazin Heskîf bibe warê turîzmê. Hikûmeta AKP'ê her dem bi feraseta wêrankirin û talankirinê nêzî çand û erdnîgariya kurdan bû. Bi bendava Ilisû dixwazin komkujiyê le ser çand û ekolojiyê pêk bînin. Çand û dîroka 12 hezar sal dê di 50 salan de winda bibe. Em dê di hilbijartinê de li dijî vê komkujiya çandê rawestin û bêjin bes e."
'BDP li Heskîfê bi hêze'
Terkin, da zanîn ku medya pergalê û serdest ji niha de propaganda namzetê AKP'î dike û wekî ku dê bi ser bikeve nîşan dide û wiha got: "Gelê vir her kesî nas dike. Kê xizmet kiriye û kê xizmet nekiriye dizane. BDP li Heskîfê partiyek bi hêz e. Ji bo ku bi ser bikeve pirsgirêk tune. Tekin, anî ziman ku li gorî pîvan û wezna UNESCO Heskîf di nava mîrateyên cîhanê yên dîrokî de cih digire û li gel vê yekê dîsa Heskîf tev lîsteya UNESCO û mîrateyên cîhanê nehatiye kirin. Tekîn xwest êdî Heskîf jî tev li mîrateya cihanê ya dîrokîe bê kirin û bê parastin. Tekin, destnîşan kir ku BDP xwezî hêz û projeye û wê di hilbijartin 30'e Adarê de ji vê komkujiya çand û xwezayê re bêjin bes e û li pêş komkujiyê rawestin.
DÎHA/ÊLIH