Baluken ragihand ku dîwarê li ser sînor tê lêkirin nîşaneya herî berçav a bêbaweriyê ye û got, “Li Rojava êrîşên çeteyan ên li hemberî gel zêde bûn. Di demeke wiha de, Tirkiye dixwaze gelê ku bi têlan nekarî ji hev veqetîne, bi lêkirina dîwaran ji ev qut bike. Ji çeteyan re derfet tên dayîn ku bi hêsanî derbas bibin, lê belê di navbera gelan de dîwar tê lêkirin. Bi awayekî vekirî û zelal em dixwazin bêjin; emê destûrê nedin dîwarê li ser sînorê Rojava tê lêkirin. Ji bo ev dîwar neyê lêkirin, emê têkoşîna xwe bilind bikin. Hemû têkoşînên li Rojhilata Navîn ji bo rakirina sînorên hatine danîn e.


Emê destûr nedin dîwarên nû

Baluken ragihand ku dîwarê hewl tê dayîn were lêkirin “encameke fobiya Kurd e” û got, “Mixabin nikarin xwe li rêxistinbûyîn û têkoşîna kurdan a ji bo bidestxistina mafên xwe, rabigirin. Bi awayekî zelal tê zanîn ku li pêşberî vîna gelan tu dîwar nikare bisekine. Eger li dîroka gelên mazlûm were temaşekirin, wê bê dîtin ku dîwarên bi vî rengî bi kêrî tiştekî nehatine. Eger hikûmeta Tirk ji lêkirina dîwarê şermê venegere, dê bi mîlyonan kurd li her du aliyên sînor bicivin û vîna xwe ya azad bi biryardariyeke mezin nîşan bidin û li ber xwe bidin. Divê neyê jibîrkirin, her dîwarekî nû were lêkirin, sedema raperîneke nû, sedema berxwedaneke nû ye. Pêwîst e ev rastî bi zelalî were dîtin. Lewma em bang li hikûmetê dikin ku tavilê ji polîtîkaya xwe ya lêkirina dîwar vegere, di şûna dîwarê şermê de pirên xwişk û biratiyê ava bike piştgiriya çeteyan jî neke” Baluken di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku gelê kurd wê li dijî van polîtîkayên teslîmgirtinê bêdeng nemîne û li her qadê têkoşîn û serhildana xwe dewam bike. Baluken destnîşan kir ku ewê tevlî civînên li parlemenê nebin û berê xwe bidin navçeya Mêrdînê Nisîbînê. Baluken bang li tevahiya gelê Kurd kir ku tevlî meşa îro li Nisêbînê bê lidarxistin bibin.

‘Bila darvekirin rawestin’


Baluken di axaftina xwe de bal kişand ser darvekirinên li Îranê jî û got, “Em dibînin ku kengî kurd li dora tifaqa neteweyî dicivin û ji bo bidestxistina statuya xwe têkoşînê bilind dikin, êrîşên li dijî gelê kurd berfireh dibin. “ Baluken destnîşankir ku darvekirin di vê dema ku Enqere û Tehran nêzî hev dibin rû didin û ev bang li Îranê kir kir:”Tavilê dest ji vê polîtîkaya xwe ya li dijî kurdan berde, darvekirinan ku sûcê li dijî mirovahiyê ye, rawestîne.”

ENQERE