
Gabriyêl wiha axivî: “Em hemû zarokên Sûriyê ne. Gelê me yê Reqayê bi Suryen û Ermenên xwe rastî zordarî û hovîtiyek mezin a çeteyan hatin. Çeteyan ew di bin gefa kuştinê neçarî koçkirinê dihiştin, gelek ji wan kuştin û mal û milkên wan jî wêran kirin.”
Fermandar Gabriyêl ji piştgiriya rasteqîn ji civakê xwest û got ku bi sedan hezaran Sûrî tevlî vê hemleyê bûne û armanca wan rizgarkirin vî gelî ye, lewra divê civaka navnetewî jî alîkariyek rasteqîn bide Hêzên Sûriyeya Demokratîk.
Gabriyêl bang li civaka Suryenî li Reqayê kir ku piştgiriyê bidin şervanên QSD û MLS’ê, da ku vê pêngava xwe bighînin serkeftinê.
ANHA / REQA