
Serokê Meclîsa Rêveber a Kantona Kobanê Enwer Muslim da zanîn ku ew li ser komkujiya 25’ê Hezîranê ya ji hêla çeteyên DAIŞ’ê pêkhat, lêkolînek berfireh dikin û wê serî li dadgehên navnetewî bidin.
Serokê Meclîsa Rêveber a Kantona Kobanê Enwer Muslim derbarê xebatên ji nû ve avakirina Kobanê û pêvajoya vê dawiyê de axivî. Muslim diyar kir ku xebatên ji nû ve avakirinê li ser komîteyên di encamên konferansên hatin lidarxistin û wiha got: “Ev komîteya me di rojên pêşt ve hinek gavên şênber bên avêtin. Piştî van xebatan de em ê wek rêveberiya kantonê em ê agahiyan ji raya giştî re parve bikin. Gelê me yî koçber bila vegerin Kobanê. Her ku diçe rewşa Kobanê baş dibe. Werin li welatê xwe bijîn û parastina welatê xwe bikin.”
Lêkolîn bê navber didome
Muslim bi lêv kir ku lêkolîna wan li ser komkujiyê bênavber didome û xebatên wan bi bandor û berfireh dimeşe. Muslim destnîşan kir ku ên tiliyên wan di vê komkujiyê de hene dê hesab bidin û wiha pê de çû: “Ji bo vê lêkolîna komkujiyê me komîteyek ava kiriye û lêkolîna me bênavber didome. Piştî lêkolîn bi dawî bibe em ê encamê wê wekî raporekê pêşkêşî dadgehên navneteweyî bikin û em ê giliyê hemû kesên ku tiliya wan di vê komkujiyê de hene bikin. Destê kê di vê komkujiyê de hebe wê hesabê vê komkujiyê bide û em ê hesabê wê ji wan biprisin.”
Bila ji bo çareseriyê gavan biavêje
Muslim anî ziman ku mudaxaleya Tirkiyeyê ya derbasî Sûriyeyê bibe jî axivî û wiha nirxand: “Ên êrîşî axa me dikin em ê jî welatê xwe biparêzin. Em dixwazin li ser van axa Sûriyeyek demokratîk ava bikin. Em ji bo pêşerojek azad û aştiyê ava bikin. Ger Tirkiye têkeve Sûriyeyê dê encamên nebaş derkeve holê. Dewleta Tirkiyeyê dewsa şer bila ji bo çareseriyê gavan bavêje. Ji ber vê yekê beriya Tirkiye têkeve Sûriyeyê bila dîsa bifikirin û rewşê careke din di ber çavan derbas bikin. Bila Tirkiye dest ji van daxuyaniya berdin û ew jî ji bo pêşeroja Sûriye destên xwe têxin bin kevir û alîkar bibin.”
Banga vegerê kir
Muslim di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku gelê Kobanê ji roja ewilî Kobanê tenê nehişt û wiha pê de çû:” Bi ruhê ewilî ya ji bo Kobanê seferber bibûn careke din têkevin nava liv û tevgerê. Dive heta dawiya lê xwedî derkevin û ji bo avakirinê bênavber alîkariyê xwe berdewam bikin. Li ser axa Kobanê de xwîna hemû kesan heye. Welatiyên me yê ji Kobanê koçkirin jî bila hemû kes werin welatê xwe. Em bawer in ku her kes ew ê dîsa werin welatê xwe û wek berê di nav aramiyê de li welatê xwe bijin û welatê xwe biparêzin. Em ê di her şert û mercî de xwedî li Kobanê derkevin û bajarê xwe ji nû ve ava bikin.”