Di daxuyaniyê de Serokê BDP’ê ya Êlihê Serdar Atalay, Namzetê Hevşeradar ên Êlihê Sabrî Ozdemîr, rêveberên BDP, HDP, hevakarên Platformê, tevkarên DOKH’ê, endamên BUO-DER û Meclîsa Ciwanên BDP’a Êlihê û gelek welatî amaede bûn. Di daxuyaniyê de sloganên “Êrîş nikarin me bêzar bikin” û “Bijî Serok Apo” hatin berz kirin. Serokê MEYA-DER’ê Ekrem Degîrmencî axivî û diyar kir ku wan li gorî rêziknameya komela xwe xebatên xwe dane meşandin û got ku ew di çarçoveya xebatên îlegal de tu xebatê nekirine. Degîrmencî, anî ziman ku doza li saziyên wan hatine vekirin bê hiqûqî ye û got ku ev vekirina dozê biryarek siyasî ne.


Nikarin pêşiya gel bigirin

Degîrmencî, anî ziman ku xebat û meriyata wan derneketina derveyî hiqûqa rêzikanameya komelê û wiha got: “Xebatên me li ji bo hiqûqa mafê mirovan û civakê hatiye kirin. Em alîkariya malbatên xizan û mexdur dikin. Dewlet û hikûmet li şûna ku me pîroz bike û spasiyê xwe ji me re bike, radibe doza girtinê li komeleyên me vedike. Daxwaza me azadî, aşîtî û demokrasî ye. Em ê ji niha û şûn ve xebatên xwe bêtin bişopînin û dev ji xebatên xwe bernadin. Ger ku dikaribin komela me bigirin jî lê nikarin pêşiya vî gelî bigirin. Ev doz li hember komelê nîne li hember gel û malbatê me hatiye vekirin. Em ê heta dawiyê li ba malbat, gel û li pey rastiyan têkoşînê bidin.”

Parastina saziyan bikin
Li ser navê Platformê Serokê Şaxa Petrol-Îş’ê Mustafa Mesut Tekîk jî daxuyaniya çapemeniyê xwend. Tekîk, destnîşan kir ku saziyên wek MEYA-DER û DA-DER’ê li gorî rêziknameya xwe xebitine û got ku ji ber pergala serdest aciz kirine niha jî ketine hedefa êrîşan û doza girtinê li wan vekirine.
Tekîk, bal kişand ser rista komelayan û wiha got: “MEYA-DER, ji bo mafê histiyên bi hezaran kesên hatine qetikirin hatiye avakirin. DA-DER jî ji bo pişaftina polîtîkayên olî bê bandor bike hatiye avakirin û hemû rêbazên ola îslamê bi zimanê dayikê ji bo gel pêk were peywîra xwe dike.” Tekîk, diyar kir ku ew wek hêzên aşîtî û demokrasiyê dê bi hemû hêza xwe li cem saziyên doza girtinê ji bo wan hatine vekirin cih bigirin û bang kir ku hemû saziyên civakî yên sivîl û gelê Êlihê roja 22’ê çile tevlî dozê bibin û li komelên xwe xwedî derbikevin. Piştî axaftina daxuyanî bi dawî bû. 

DÎHA/ÊLIH