Rojnamegerê Ermenî Mıgırdiç Margosyan û Prof.Dr. Emine Onaran Încîrlîoglu, li Dêra Surp Gragosê ya Amedê beştarî panela “Koçberiya çandê ya li Taxa Gâvuran" bûn. Panela ku li Amedê hate organîzekirin Serokê Odeya Mimarên TMMOB'ê yê Amedê Necatî Pîrînççîoglu, xwendekarên zanîngeha Dîcleyê ji di navde gelek kes Amede bûn. Di panelê de Rojnameger Migirdiç Margosyan, bi gotina "Hûn bi xêr hatin mala xwedê" û wiha got: "Dêra Ermeniyan Surp Giragos piştî 10 salan ji nûve ket meriyetê. Ev ji bo me kêfxweşiyek e. Dema ez hatim Tirkiyeyê min tu carî axa welatê xwe maç nekir. Ji ber ku ji bo min ax bi wasî civaka ku ez di navde dijîm ne bi qîmettir e. Bi koçberiyê re dîrok û çand wêran dibe. Ji ber ku koçberî tunekirin û bişaftina çandê ye. Ji bo ku Amed li çanda xwe xwedî derkeve divê astengiyên li pêş xwe rakin. Ger ku hûn jî van astengiyan li pêş xwe ranekin, hûn jî dê wekî min ji neçarî berê xwe bidin metrepholan. Piştre Prof. Dr. Emîne Onaran İncirlioglu jî anî ziman ku tu cih bê war û çand nabe û xwest her kes li war û çanda xwe xwedî derevin.
DÎHA/AMED