
Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) 114’emîn salvegera rojnameya Kurdistanê ya ku weke yekemîn rojnameya Kurdî tê zanîn, bi bîr anî û got; “Em weke KNK'ê, pengava dîrokî ya Miqtad Bedirxan, ku berî 114 salan hate avêtin bi dilsozî yad dikin û destnîşan dikin ku, emê vê mîrateya dîrokî biparêzin.”
KNK’ê got; “Yekemîn rojnameya Kurdî, berî 114 salan, di pêvajoyeke dîrokî de li welatekî biyanî hate derxistin. Li ser vê pengava dîrokî, îro çapemeniya Kurd gihaye qonaxek profesyonelî. Êdî di pirsgirêka têkoşîna azadiya Kurd de, xwedî rol û misyoneke pêşeng e û li dijî medya asparagas jî, bûye medya alternativ e.
Daxuyaniya KNK’ê wiha didome; “Bi vê mebestê, em weke KNK’ê, pengava dîrokî ya Miqtad Bedirxan, ku berî 114 salan hate avêtin bi dilsozî yad dikin û destnîşan dikin ku, emê vê mîrateya dîrokî biparêzin.
Baş tê zanîn ku di qonaxa îroyîn de, çapemenî wek hêza sereke tê qebûlkirin û gelê Kurd jî, di vê qonaxê de, xwedî derfetên mezin e. Bi dehan televizyon, bi dehan radyo, bi dehan ajansên nûçeyan weşanan dikin, rojname û kovar têne çapkirin. Ev jî dide xuyakirin ku di guhertina sedsala bîstûyekê ya cîhanê de, gelê Kurd bi rêxistiniya xwe ya civakî, eskerî û medya, xwedî derfetên mezin e. Êdî dikare li îradeya xwe ya siyasî, civakî û hişmendî xwedî derbikeve. Dikare li hemberî hêzên dagirker, têkoşîna piralî ya azadiyê bidomîne."
'Îro li ser xaka Kurdistanê ne'
KNK di peyama xwe de asta ku rojnemgeriya Kurd gihiştiyê jî rawe kir û wiha berdewam kir: " Êdî, rojnameyên Kurdî, telewizyon, ajans û radyoyên Kurd, wek berdewama rojnameya Kurdistanê, ku berî 114 salan li Qehîre hate derxistin in. Lê îro, çepemeniya Kurd li ser xaka Kurdistanê weşanên xwe dikin û di doza azadiya Kurd de roleke sereke dilîzin. Lê dive were zanîn ku telewizyon û rojnameyên li derveyî welat jî, di têkoşîna gelê Kurd ya çar parçeyên Kurdistanê de, rola xwe ya sereke dilîzin. Baş tê zanîn ku hêza yekemîn ya dewletî, di rêxistinîkirin, di têgihiştin û perwerdehiya siyasî, neteweyî û jiyana rojane de, medya xwedî rola sereke ye. Bingeha çand rojane û pêşxistina ziman û pêşketinên têgihiştina rojane ne. Di heman demê de, saziyên ragihandin û çapemeniyê, jib o gelê Kurd dibistanên perwerdehiya têgihiştin û agahdariyan e. Qonaxa têkiliyên navbera gel, rêxisitn û çar parçeyên Kurdistanê ne. Medya sinorên hêzên dagirkeran û parçekirina xaka Kurdistan ji hole rakirine."
'Misyona xwe bi dilsozî bicîh bînin"
KNK di dawiya peyama xwe de jî banga bilindkirina kar û bi dilsozî bicîh anîna rol û misyonê li kedkarên çapemeniya Kur kir: "Bi vê mebestê em weke KNKê, Miqtad Bedirxan û rojnameya Kurdistanê, bi dilsozî bibîrtînin û bang li tevahiya medya Kurd ya çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat dikin, ku di vê pêvajoya dîrokî de, li gorî armanc û daxwaza rojnameya Kurdistan û Miqdat Bedirxan tevbigerin û ji bo Yekîtiya Neteweyî û li gorî berjewendiyên tevahiya gelê Kurd, rol û misyona xwe bi dilsozî bînin cih.”
ANF/BRUKSEL