
Xelîk bal kişande ser kongreya li Qahîrê ya girêdayî mûxalefetên li Sûriyeyê û kongreya Mûsko ya ji bo çareseriya pirsgirêkên Sûriyeyê û wiha got; “Ev kongre giringin. Ji ber êdî hemû alî gihane biryara ku divê pirsgirêk bi rêya aşitî û diyalogê bên çareserkirin.” Xelîl gelek mijarên di rojeva Kurdan de nirxandin.
Têkiliyên TEVDEM û ENKS’ê di çi astê de ye?
Li Rojavayê Kurdistanê şoreşek tê meşandin. Di pêvajoya şoreşê de heya ji destê me were hemû partî û aliyên li Rojavayê Kurdistanê hene em bi şêweyekî hevbeş xebat bikin. Ev jî wê şoreşê bihêz bike. Her yek li gor hêza xwe tevlî bibe başe. ENKS jî ku ji çend partiyên Rojavayê Kurdistanê pêk tê, ger ew jî di nava vê de xebat bikin başe. Me her dema pêş şoreş, niha û piştî şoreşê jî xwest em bi hevre xebat bikin. Belê weke ku raya giştî jî dizane pirsgirêkên cuda cuda derketin pêşiya me. Ev jî sedema neaktîvbûna ENKS’ê ya di xebatkirinê de bû. Ev jî bû sedema hêdîbûna xebata me. Di van demên dawî de hevpeymana Dihokê hat mohrkirin.
Ji hevpeyma Duhokê ve çi guherî?
Hevpeyman di 22-10-2014’ê de hat mohrkirin. Lê ev sê mehin bi ser vê hevpeymanê de çûn, belê hîna ev neketiye meriyetê. Diviya bû niha kar li ser vê heypeymanê bihata kirin. Ti pirsgirêkeka me ya yekser bi ENKS’ê re nîne. Pirsgirêk di nava ENKS’ê bi xwe de heye û ev pirsgirêkane bandora neyînî li ser karê me dikin. Me di vê hevpeymanê de mohrkiriye ku em Lêvegera Siyasî damezrînin. Em hemû komîteyên xwe yên lêvegerê ava bikin û ew beşên tevlî bûne, ji bo wê dest bi xebatê bikin. Belê heya niha jî pirsgirêkên nav ENKS’ê de çareser nebûne. Ji ber vê yekê hinek tişt sînorê ENKS’ê derbas dikin. Pirsgirêkên nav wan de digehe asta ku ji bo Lêvegera Siyasî pirsgirêk bên çêkirin.
Ji bo hevpeman pêk bê divê çi bê kirin?
Ji bo hevpeymana Dihok pêk were pêş hemû tiştî divê Lêvegera Siyasî kom bibe. Lê mixabin heya niha ji du civînên destpêkê yên Lêvegera Siyasî pêk anîne cudatir pêk nehatiye. Ev jî ji ber ew pirsgirêkên nav ENKS’ê rû dane. Me van rojan banga kombûnê kir. Belê hinek endam û nûnerên ENKS’ê ji bo vê neamade bûn. Ji bo wê jî heya niha Lêvegera Siyasî ti xebatek ne meşandiye, ev jî dibe sedema lewazbûna xebatên me wek Lêvegera Siyasî. Em her reşkirin û xebatekî dijî hevpeymana Dihokê rast nabînin. Em hêvî dikin ku ti kesê nêzîk bi vê hevpeymanê hewldan û xebatekî wiha nemeşîne. Pêwîste ti kes li ser çapemenî û wek din tiştên em navbera xwe de goftogû dikin belav neke û neke mijara reşkirina hevdu.
Her ji destpêkê de em dibêjin ku ji bo pirsgirêkên Sûriyeyê bên çareserkirin, Sûriyeyekî demokratîk ava bibe, pêwîste pirsgirêk bi rêya diyalog û siyasetê bên çareserkirin û sîstemekî demokratîk bê avakirin. Ji bo wê jî aliyên mûxalefetê biryar dane ku li Qahîre di civînekê de bên li gel hev. Em jî weke aliyê Kurd me biryar da ku em tevlî bibin. Li vir em ê mafê gelê Kurd biparêzin.
Civîna li Moksovayê pêk bê, hun çawa dibînin?
Êdî hemû kes dît ku tenê ev pirsgirêk dikare bi rêya demokratîk û aştiyê were çareserkirin. Me xebatek meşand û li Sûriyeyê aliyên mûxalîf jî derketin holê. Ev jî bû sedem ku dijî rejîmê xebatek bê meşandin. Heya civîna Moskova jî pêk were. Ev jî wê bibe sedema Sûriye li ser projeyekî siyasî li hev were. Em jî li gel çareseriya bi rêya siyasî ne. Wê Sûriye bibe yek û bibe mînaka demokrasiyê ji bo tevahî welatên li Rojhilata Navîn.
PEYWEND KURDÎ/ROJNEWS