Rênas polîtîkayên dawî yên Îranê ên li hemberî Kurdan wiha nirxand: “Wek tê zanîn ku du sal berê, piştÎ şerê li Qendîlê, geşedanên li herêmê jî li ber çavan hat girtin û bi Îranê re agirbestek hat îlankirin. Em divê pêvajoyê de pir xesas tevgeriyan. Ji bo ku pêvajo nebe qurbana geşedanên herêmê û di navbera gelê Kurd û Îranê de pevçûnek neyê jiyîn, em gelek xesas tevgeriyan.

Lê ev 4 mehê dawî (Beriya Ruhanî jî) di helwestên Îranê de guherî hene. Li dijî gerîlayên me operasyonan pêk tînin, li zindanan li ser girtiyên siyasî îşkenceyên giran pêk tînin, li dijî dijî zextan zêde dikin.  Îran agirbestê xera dike. Lê dîsa jî em bi hestyarî tevgeriyan. Em naxwazin gelên Îranê û Kurdan bînin hemberî hev û qels bixînin. Îranê zexetên li ser girtiyan zêde kir.  Darvekirina hevalê Bahoz (Hebibullah Gulperipur) helwesta Îranê nîşan da.”
Rênas diyar kir ku guherîna polîtîkaya li hemberî Kurdan, bi polîtîkaya derve ya Îranê re wekhev dimeşe û got: “Li Bakur KCK’ê agirbest îlan kir. Ligel vê helwesta Îranê ya li dijî Kurdan guherî. Tehran bo agirbest xera bibe, ket nava hewldanan. Îranê xwest hinek pevçûnan têkiliya wê bi me re deyne. Mînak  tu eleqeya me bi pevçûnên Bane tunebû.”

Rûmeta gelê Kurd temsil kirin  
Rênas da zanîn ku bi aktîfbûna Kurdan re û bi taybet geşedanên li Rojava û her çar parçeyên Kurdistanê,  çavê hinek hêzan tirsandiye û wiha got: “Welatên herêmê ji zindîbûna Kurdan ditirsin. Bi taybet hevalên me yên li girtîgehên Îranê ne hestiyariyek bilind ava kirine. Dewleta Îranê hestiyariya hevalên me yên zindanan û yê gel ferq kiribû û her tim êrîş dikir. Şehadeta hevalê me Zahab (Riza Îsmaîlî Mamed) û Bahoz (Hebîbullah Gulperîpur) hat jiyîn.  Agahiya me ji van hevalên me tunebû. Di şertên herî zor û zehmet de têkoşîn dan. Ev serbilindiyeke. Ev sekn, sekneke bi rumet bû.  Îşkenceyên hovane li wan hatin kirin. Armanc ew bû ku di şexê wan de gelê Kurd teslîm bigirin, tune bikin. Banga poşmaniyê li wan hat kirin. Ger bigotana em poşmanin, dê ji darvekirinê dest berdana.  Îran ji bo hevalên me teslîm bigire, serî li vê da.  Lê hevalên me xwedî hişmendî bûn. Bi qehremaniyeke mezin meşiyan."

Herkes dixwaze Kurdan bikar bîne
Evîndar Rênas destnîşan kir ku ligel hemû tahrîk û teşwîqan  gelê Kurd bi gelê herêmê re neketiye pevçûnan û wiha got: “Li dijî van geşedanên polîtîk, îradeya xwe esas girt. Hem hêzên navnetweî û hem jî welatên herêmê ji polîtîka, prestîj û pratîka wan ya bilindbûn û hişmendiya netewî a Kurdan ditirsin.  Ji Kurdan nerehet dibin. Mînak li Sûriyeyê Kurd nehat lîstikan û polîtîkayên serbixwe xist jiyanê.  Her kes dixwaze Kurdan ji bo xwe bikarbîne. Lê Kurdan ev nekir. Ev jî bo wan dibe astegn.  Li Îranê jî ji hêza Kurdan ditirsin. Bi darvekriin û zextan dixwazin Kurdan bitirsînin."

Îran wê bibe qurbana polîtîkayên şaş  
Rênas di berdewamiya axaftina xwe de bi lêv kir ku ligel van hewldanên negatîf yên Îranê, wan diyaloga erênî nîşan dane û pozîsyona xwe ya parastina rewa neguhertine. Rênas wiha pê de çû: “Hêzên navnetewî dixwazin di navbera Kurd û Îranê de pevçûn bê jiyîn. Hem dixwazin Kurd û hem jî dixwazin Îran qels bikeve.  Îran bi van pêkanînan tê lîstikê. Ger Îran geşedanên herêmî baş tahlîl neke û fêm neke dê zirarek mezin bide wan. Wê ew jî bibe qurbanê polîtîkayên şaş.
Gelê Rojhilatê Kurdistanê bi darvekirin û êrîşan re rû bi rûye. Gelê Rojhilatê Kurdistanê di bin înkar û êrîşan de ye.  Hêzên me li çiyan di pozîsyona parastina rewa de ne. Em nêzîkatiya Îranê ji nêzve dişopînin. Darvekirina hevalê Bahoz, hestiyariya me zêdekiriye. Hinek bersivên me çêbûn. Didomin.  Em dê xebatên xwe yên siyasî, dîplomatîk û parastina rewa bilind bikin.”


RAHMÎ YAGMUR/ANF/AMSTERDAM