EMEP destekê dide HDP´ê
Seroka Giştî ya EMEP’ê Selma Gurkan, diyar kir ku ew ê di hilbijartina 24’ê Hezîranê yên parlamenteriyê û Serokomariyê de, dê piştgiriyê bidin HDP’ê.
Selma Gurkan pirsên Edîtorê Rojnameya Karinca, Çagdaş Kaplan bersivandin û diyar kir ku ew ê di hilbijartinan de piştgiriyê bidin HDP’ê. Gurkan, anî ziman ku pêwîst e ew li dijî pergala yek zilam û yek partiyê rawestin û wiha peyivî: “Bloka AKP-MHP’ê hewl dide rê li bipêşketina partiyên din yên hilbijartinê bigire. Hewl didin ku HDP’ê di bin bendê de bihêlin. Ji ber vê yekê pirr girîng e ku HDP bendê derbas bike. Ji bo pergala yek zilam û yek partiyê bi dawî bibe, wekî EMEP’ê em ê piştgiriyê bidin HDP’ê. Ji bo li Tirkiye demokrasî bi pêş bikeve em bawer dikin ku divê her kes piştgiriyê bide HDP’ê û di hilbijartina Serokomariyê de jî piştgiriyê bide Selahattin Demirtaş.” ENQERE