DYE piştî 25 salan yekemcar wê hêzeke xwe ya leşkerî ya ji 20 hezar leşkerî bişîne parzemîna Ewrûpayê. Her çend vê yekê di çarçoveya tatbîqata “Parastina Ewrûpayê-2020” dike jî ku wê di meha Gulanê de pêk were, derbaskirina hêzeke ewqasî mezin a DYE’yê ji bo Ewrûpayê balê dikişîne.

Veguhastina leşkerî wê di meha Sibatê de dest pê bike û bi giştî 1100 panzer û 8600 wesayitên leşkerî wê bên veguhastin. Navenda veguhastinê û tatbîqatê wê Elmanya be. Vê armancê ne tenê rêyên hesinî û bejahî yên li Elmanyayê di heman demê de rêyên hewayî jî wê ji aliyê DYE’yê ve bê bikaranîn.

Ji 18 welatên NATO’yê wê 37 hezar leşker tevlî tatbîqatê bibin. Her wiha wê 8 hezar leşkerên DYE’yê yên li Ewrûpayê ne jî beşdarî tatbîqatê bibin. Beşeke girîng a tatbîqatê wê li Polonya, welatên Baltik; Lîtvanya, Letonya û Estonyayê pêk were. Li gorî senaryoyê wê êrişeke ji nişka ve li rojhilatê Ewropayê bê kirin û parastina NATO’yê ya li hemberî vê êrişê wê bê ceribandin.

Her çend bi rengekî eşkere neyê gotin jî NATO Rûsyayê weke ‘metirsiyeke gengaz’ dibîne.

 

ANF/BERLÎN