
Bi taybetî Rojava û Bakurê Sûriyeyê bi merhaleyeke nû ya berxwedanê dikevin sala 2019'an. Bi hêza cewherî ya gelan a bi hezaran sal in li ser vê axê kok berdane, li dijî destwerdanên derve li ber xwe dide. Û bi paradîgmaya ku çavkaniya xwe ji heqîqeta dîrokê digire xwe bi rêxistin dikin û rengekî nû dide cihanê. Ji paşeroja gelên cihanê re dibe ronahî. DYE û Rûsya ku hatin li Sûriye bi cih bûn, xwestin Kurd û gelên li ser axa Rojava di nava nal û bizmarê de bêçare bihêlin. Tirkiye jî ji vê rewşê sûd werdigirt û hêzên çekdar li wir bi rêxistin kirin. Lê êdî Kurd dê hevsengiyê ava bikin.
Niha jî DYE´yê biryar da ku xwe ji Rojava û ji Bakurê Sûriyeyê vekişîne. Tirkiye ya ku li Efrînê xwest weke cambazekî bilîze û ket nava kuravê, niha piştî DYE´yê xwe vekişand, û xwest dilê Tirkiye xweş bike, vê carê neçar e refê xwe diyar bike. Tirkiye êdî divê yan xwe bide milê DYE´yê yan jî xwe bide milê Rûsyayê û refên xwe diyar bike. Rûsya bi Efrînê ew kişand aliyê xwe, vê carê DYE bi vekişînê dixwaze Tirkiyeyê bikişîne aliyê xwe. Ji ber ku êdî Tirkiye nikare li her du aliyan cih bigire, divê êdî aliyê xwe diyar bike.
Lê ev hewldana DYE´yê êdî dê hem refan diyar bike û hem jî hêza cewherî ya Kurdan bêhtir nişanî cihanê bide. Êdî hêzên xwecihî û hevsengiyên herêmê dê bêhtir zelal bibin. Tirkiye ku difikirî gelê Rojava pişta xwe daye hêzên derve, êdî dê rastiya hêzên herêmê û yekîtiya gelan zelaltir bibînin. Ev hêzên gelê herêmê ku berê li ber xwe didan, dê dîsa li ber xwe bidin û dê di sala 2019'an de xeyalên gelek dewletan hilweşînin. Her çend Tirkiye vê vekişîna DYE´yê wekî cejnekê pêşwazî bike û bêje ‘DYE vekişe dê di nava çend rojan de Şoreşa Rojava hilweşe’ jî hêza cewherî ku heta niha li ber xwe da, dê dîsa ji berê bêhtir bi tevlêbûna hêza gelên Ereb, Suryan, Asûrî û gelên din, li ber xwe bide.
Hêza berxwedana gelê Kurd, heta niha di bin siya hêzên Rûsya û DYE´yê de xuya nebû. Lê ji niha û şûn ve, piştî ewrê DYE û Rûsyayê vekişe, Tirkiye wê bêhtir rastiya berxwedana gelê Rojava bibîne. Ji bo zehmetiya dagirkirinê fêm bike, divê Tirkiye li 2 mehên berxwedana Efrînê mêze bike.
Ji ber ku her sal pratîk û cerebeyên Kurdan ên şerê bajar û deştê zêde dibe. Kurd di berxwedana bajar, deştê de dibin xwedî pratîk û zanîneke nû. Gelê Kurd, Ereb û Suryanî bêhtir ji xwe bawer û bi tifaqa xwe ewle ne. Dizanin ku ji bilî berxwedanê xelasî ji wan re tine ye. Dizanin ku ji cih û warên xwe qut bibin êdî li cihanê star ji wan re namîne. Ji ber vê yekê, sala 2019'an wê bibe sala berxwedana gelên Rojava. Rewşa nû dê hevsengiyên nû peyde bike.