Piştî ku serokê Emerîkayê Trump biryara vekişîna leşkerên xwe ya ji Sûrî eşkere kir, bala hemû cihanê çû ser vî welatî. Bi taybetî jî rewşa Kurdan a li Bakurê Sûrî û gefên dagirkirinê yên dewleta Tirk bûn rojeva sereke ya cihanê. Wer xuya ye ku ev mijar di sala 2019”an de wê bi hemû germahiya xwe di rojevê de bimîne.

Plana nû ya Emerîkayê gelek girîng e û bandoreke mezin li ser modela Bakurê Sûrî dike. Ji ber vê yekê, lazim e baş were fêmkirin. Ji ber ku gelek kes û mixabin gelek Kurd jî ji biryara Emerîka ne razî ne. Lê divê baş were zanîn ku ji îro pê ve plana Emerîka ya li Sûrî zirarê dide Kurdan û feydê dide dewleta Tirk.

Çima? Ji bo ku em bersiva vê pirsê fêm bikin, divê em herin destpêka meselê. Emerîkayê di payiza 2014´an de ji bo beşdarî şerê li dijî DAIŞ”ê bibe, çû Rojava. Ji bo rizgarkirina Kobanê, Grê Spî, Minbic û Reqa bû alîkar. Xwest bi rêya hêzên bakurê Sûrî xwe li vî welatî bi cih bike. Ev yek di navbera Emerîka û hêzên bakurê Sûrî de rê li ber tifaqeke demkî vekir. Heman Emerîka, ji bo ku Kurd neçin ser masa Cenevreyê hemû astengî çêkirin. Dewleta Tirk ji ber dijminatiya li hemberî Kurdan nerazîbûn nîşanî Emerîkayê da. Emerîka ji bo ku Tirkiyeyê razî bike hevkarî di çarçoveya leşkerî de hişt, lê platformên siyasî asteng kirin. Yanê; ji bo ku bakurê Sûrî di qada navneteweyî de neyê naskirin, Emerîkayê hemû astengî derxistin. Ji bo ku Tirkiye li bakur û başûr êrişî Kurdan bike alîkariya xwe dewam kir. Her wiha dagirkirina Cerablus, Bab û Ezazê bi destûra Emerîka hate kirin. Herî dawî jî dagirkirina Efrînê. Erê Tirkiye û Rûsya ev plan çêkirin lê Emerîkayê erê nekira, Tirkiye weke endamekî NATO´yê nekaribû êrişî Efrînê bike. Erê Emerîka alîkarî da hêzên bakurê Sûrî, lê belê hevkariya xwe ya stratejîk a bi dewleta Tirk re neguhert.

Piştî rizgarkirina Reqayê têkoşîna li hemberî DAIŞ”ê êdî hate qonaxa dawî. Ev bû sedema ku Emerîka hevkariya xwe ya bi Kurdan re di ber çavan re derbas bike. Planên nû çêkirin û biryar da ku êdî planên xwe yên li Sûrî bi rêya Tirkiyeyê bidin dewamkirin.

Plana dawî ku Trump eşkere kir ne planeke ji nişka ve ye. Ji zû ve amadekariyên vê planê hatine kirin. Di çarçoveya vê planê de Emerîka ji Sûrî dernakeve, berovajî plana xwe ya li Sûrî mezintir dike. Ew difikirîn ku bi rêya Kurdan ew ê ji sedî 25”ê Sûrî kontrol bikin. Lê niha difikirin bi rêya Tirkiyê sedî 40´ê Sûrî kontrol bikin. 

Li gorî vê planê, hemû Bakurê Sûrî, herêmên ku niha Tirkiyeyê dagir kirine, Efrîn û heta Idlib bi rêya Tirkiyeyê bikeve bin kontrola NATO´yê. Ji bo vê yekê jî dixwazin Kurdan bikin qurban. Û difikirin ku bi vê projeyê dikarin pêşî li Rûsya û Îranê bigirin, Tirkiyeyê jî tam bikin amûrê vî tiştî, Kurdan jî teslîm bigirin. Tirkiye jî ji bo qirrkirina Kurdan ji vî tiştî re amade ye. Lê belê heger Tirkiye tiştekî wiha bike, wê di bin de bimîne. Wê demê mijara Efrîn û Idlibê dikeve rojevê.

Emerîka û Tirkiye niha li ser vê planê kar dikin. Ji ber vê yekê, mayina Emerîka ya li Sûrî êdî xeter e ji bo Kurdan. Hatina Emerîka ya wir heta niha çawa bûbe alîkarî, ji niha û pê ve dibe zirar.

Kesên ku dibêjin, “Emerîka here wê Tirkiye êriş bike” şaş in. Berovajî, heger Emerîka bimîne, Tirkiye wê êriş bike. Dema mirov li hin kesên ku bang li Emerîka dikin, dibêjin. “neçe” guhdarî dike, şaş dimîne. Ev bangewazî zirarê didin gelê Kurd. Divê plan û projeyên van hêzan werin dîtin û li gorî vê yekê helwêst were nîşandan.

Hevce nake ku Kurd li hemberî Emerîka kampanyayekê bidin destpêkirin. Kurd dikarin bi Emerîka re jî bi Rûsya re jî têkiliyan daynin ji bo berjewendiyên xwe planên xwe çêkin. Hêza xwe biçûk nebînin. Divê were zanîn ku, li Sûrî hemû daxwazên herî radîkal ên Kurdan werin qebûl kirin jî, dawiya dawî Bakurê Sûrî parçeyek tevahiya Sûrî dimîne. Lê heger ev herêm ji aliyê Tirkiyeyê û komên çete ve bê dagirkirin, êdî wê bi temamî ji Sûrî qut bibin û ev welat parçe dibe. Rêveberiya Şam û Moskovê jî vê yekê dibînin. Kartên di destê Kurdan de xurt in. Heger Şam û Moskovê rê li dagirkeriyê vekir, ew ê zirarê bibînin û neçarî çeteyên artêşa azad bibin. Wê êdî ne bi Idlibekê re bi çend Idliban re bibin muxateb.

Kesên ku bang li Emerîka dikin dibêjin, “neçe” jî ji plana Emerîka û Tirkan fêm nekirine. Heger Emerîka neçe, wê Tirk di demeke nêzik de êrişî Minbicê, Girê Spî bikin. Lê têkilî û hevkariyên nû dikarin pêşî li vê yekê bigirin. Çare ne bangkirina ji bo Emerîkayê, lê mezinkirina hêza gel e, rêxistinbûyîn û berxwedan e.