
Serokkomarê Tirkiyeyê, dîktator Recep Tayyip Erdogan pêr çû serdana serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Trump. Erdogan beriya biçe şirketên çêkirina raya giştî kirê kirin. Heman rojê li pêşiya sefareta Tirk a li Washingtonê bodyguardên Erdogan li protestovanan xist û tişta kesan nedî li Emerîkayê kir.
Di civînê bi xwe de jî gelek sosret derketin pêş. Dema ku Erdogan bi Tirkî dipeyivî, wergêr gotinên wî diguhertin û bi rengekî ku kêfa serokê DYE´yê bîne ew bi Ingilîzî digotin.
Li gorî nirxandinên giştî, Trum û Erdogan di hevdîtinê de li hev kirin ku ew ê li hev nekin. Erdogan giliyê YPG´ê kir, lê Trum behsa şerê Koreyê kir. Erdogan doza li wan vegerandina kevne-hevalbendî xwe Fethullah Gulen kir, lê daxuyaniya ji Qesra Spî got, "Serok Trump di hevdîtinê de xwest ku Andrew Brunson ê keşe tavilê bête berdan û li DYE´yê vegere".
Bersiva Emerîkayê ji Rojava hat
Roja ku Erdogan 19 deqîqeyan bi Trump re peyivî, û di van 19 deqîqeyan de 10 deqîqe li wergerê çûn, heyeteke mezin a Emerîkî bi serkêşiya Nûnerê Trump ê di Koalîsyona Şerê li dijê DAIŞ´ê de Brett Mcgurk li Rojava bûn. Di nava heyetê de rêveberên wezareta karê derve a Emerîkayê jî hebûn. Heyetê bi balefirê xwe gihand Rojava.
Rawestgeha pêşî ya McGurk û heyeta pê re li derdora bajarokê Eyn Îsayê bû. Heyeta DYE´yê li gel Meclîsa Sivîl a bajarê Reqayê hevdîtin pêk anî.
Çavkaniyên ji nava civînê ragihandin ku nûnerên Amerîkayê soz dane ku ew ê destekê bidin xebatên Meclîsa Reqayê.
Nûnerê Trump bi YPG û QSD´ê re jî civiya
Di çarçoveya serdanê de, hevdîtina herî girîng jî doh pêk hat. Nûnerê Trump û rêveberên wezareta karên derve li gel fermandarên QSD û YPG'ê civiyan.
Li gorî agahiyan, mijara sereke ya civînê operasyona rizgarkirina Reqayê û temamkirina şandina çekên giran ji bo YPG´l bû.
Li gorî çavdêrên siyasî yên li herêmê, Emerîka bi şandine Brett McGurk û nûnerên wezareta karê derve, peyam daye dewleta Tirk ku ew ê hevkariya xwe ya bi Rojavayê Kurdistan û Bakurê Sûrî re dewam bike.
Fake News û Erdogan li DYE´yê
Lêkolînerê Zanîngeha Middlesex li Ingilistanê, Dr. Janroj Keleş bi xwe li ser hevdîtinê şîroveyeke bal kêş kir. Keleş bi sernavê Fake News li ser hesabên xwe yên medyaya civakî got
"Hevdîtina bi serok Trump re ku ´lîderê dinyayî (navê Erdogan li xwe dike)´ 4 mehan li bendê ma û piştî gereke li dinyayê ya 15 saetan çûyê, bi tenê 19 deqîqeyan dewam kiriye. Ji be ku Erdogan pirr peyiviye û tiştekî (manedar) negotiye, û em dikarin wisa bihesibînin ku 10 deqîqe jî li wergerê çûne, hingê em dikarin behsa hevdîtineke 10 deqîqeyî bikin.
Ev hevdîtin, rewşeke ewqasî sosret (absurd), derî rastiyê û ewqasî …. ´montaj´kirî ye. Ev hevdîtin hebe nebe "Fake News" e. Ti ravekirineke din a maqûl ji bo vê nabe hebe.
WASHINGTON / KOBANÊ