Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) diyar kir ku li herêma Bokemal a dikeve aliyê rojhilatê Sûriyê ku nêzî sînorê Sûrî-Iraqê ye, di encama bombardomanê balafiran de 18 leşkerên Heşd Şabî li baregeha Îmam Elî hatin kuştin. Barageha Îmam Elî milîsên Îranê wekî barageheke leşkerî bi kar tînin.
Çarşemê piştî ketina 18 moşekan li ser baregeha Tacî ya bakurê Bexdayê ku leşkerên amerîkî têde hebûn û di encamê de, du leşkerên emerîkî, leşkerekî ingilîz û karbidestekî amerîkî hatin kuştin, li dijî Heşd El-Şebî êriş pêk hat.
Ji meha Cotmehê û vir ve li hemberî baregehên Emerîka 22 êrîş pêk hatîne.
NAVENDA NÛÇEYAN