Emerîkayê DAIŞ’iyên xwe birin
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) du welatiyên Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) ku bi tohmeta endametiya DAIŞ´ê desteser kiribûn, radestî Washingtonê kirin.
Wezareta Dadê ya DYE´yê ragihand ku wan du tohmetbarên Emerîkî ji girtîgehên QSD´ê veguhastine Emerîkayê û di demeke nêzîk de ew her du tohmetbar wê biçin pêşberî dadgehê.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya DYE´yê jî ragihand ku artêşa Emerîkî bi pêvajoya veguhestina wan her du kesan rabû, ku navê yekî Îbrahîm Ize Misbîlî (28 salî) û ji wîlayeta Michigan çûye Sûriyê û li wir ji sala 2015´an heta 2018´an tevlî DAIŞ´ê bûye.
Ya din jî Samantha el-Hesen e ku ji wîlayeta Indiana ye. Samantha bi 4 zarokan ji bo Emerîkayê hatiye veguhestin û niha ew zarok li dezgeha xizmetguzariyên taybet li Indiana di bin çavdêriyê de ne.
Nûçeyên çapemeniya Emerîkî jî bi bîr xist ku yek ji zarokên Samanthayê di vîdyoyeke propagandayê ya DAIŞ´ê de derketiye pêş. Hevserê wê jî sekvanekî DAIŞê bû û di êrişeke dornîn Emerîkî de hatibû kuştin. WASHINGTON