Michael Ratney diyar kir ku heke El-Nusra di şerê li Idlibê de bi ser bikeve wê rê li ber tedbîrên eskerî vebe. DYE´yê ji bo Idlibê gotibû, “Ew der li ser sînorê Tirkiyeyê bûye cihê El-Qaîdeyê.”
Nûnerê Taybet ê DYE’yê yê Sûriyeyê Michael Ratney, bi rêya înternetê nameyek weşand. Ratney diyar kir ku heke di şerê li Idlibê de Tahrîr el-Şam a girêdayî Eniya El-Nusrayê bi ser bikeve, ji bo dahatûya welêt wê xetereke mezin çêbe.
Ratney got, “Bakurê Sûriyeyê ji tradejiyeke mezin re malovaniyê dike. Heke Eniya El-Nusrayê li Idlibê bibe desthilatdar, DYE wê nikaribe hêzên navneteweyî di warê mudaxelenekirina eskerî de qanih bike.
Tirk berê jî hatibûn
hişyarkirin
Ratney diyar kir ku “Divê her kes zanibe ku berpirsê encamên giran ên li Idlibê Colanî (Serokê Heyet Tahrîr el Şam Ebû Mûhammed) û çeteyên wî ne.”
Ratney diyar kir ku li Idlibê hemû çete parçeyekî El-Qaîdeyê ne û ew navê xwe biguherînin jî wê di hedefa DYE’yê de bin. Eniya El-Nusrayê herî dawîn bi çeteyên din re Heyet Tahrîr el-Şam ava kiribû.
Nûnerê Taybet ê Têkoşîna li dijî DAIŞ’ê yê DYE’yê Brett McGurk di rojên bihurî de di panelekê de diyar kiribû ku Tirkiye piştgiriyê dide El-Qaîdeyê. McGurk gotibû “Li ser sînorê Tirkiyeyê El-Qaîde bi cih bûye û em ê vê mijarê bi Tirkan re nîqaş bikin.” Mcgurk wekî din gotibû, “Me çawa ku li hin herêmên DAIŞ lê, sînor girtibû û me nehiştibû kes derbas bibe, dibe ku em heman tiştî li Idlibê jî bikin.” n NAVENDA NÛÇEYAN