Dema hêvî difirot min wê naskir. Di destê wê de selikek tijî hêvî hebû. Rengrengî bû, bi coş bû. Dixwest hema hevî bide yên ber bi wê tên re.

Ji bo ku kesek bêhêvî nemîne, hêvî belav dikir. Bi zorî be jî bala herkesî dikişand serxwe. Bi belebaniya xwe qala xweşikbûna yên ku digotin “em ji hêviyê bawer nakin” dikir. Herkesî bi awayek matmayî, li wê zaroka ku derdor bi gotina “hêvî, hêvî!” ser û binê hev dikir meyze dikir.

Ne xema wê bû venêrînên tinaz. Ji ber ku wê karê herî girîng yê cîhanê dikir, hêvî difirot. Hem jî roja sersalê! Di sersalê de ji bilî wî karî karekî watedartir heye? Li hember yên ku nedixwestin hêviyê bistinîn hêrsa wê mezin bû. Ji wan re digot; “Wê demê bimrin.” Ma ji xwe, bê hêvîbûyîn ne tiştek wek mirinê ye? Jiyanek bê hêvî ma qey diherike? Na, naherike!

Dibêjin mirov çawa bikevin sala nû, bi giştî salê wê bi wê rengî derbas bikin. Ew, bi hevî firotinê kete setsala nû, hezar sala nû. Sersala 2000’an. Dema ku wê hêvî difrot min ew nas kir. Li ser dika şanoyê bû. Hêviya di selika wê de, heyecana wê ya ew dikir mîna zarokek keyfxweş, coşa wê, belebantiya wê û ew lîstikvaniya wê ya kin, ev bi herkesi baş dida naskirin. Ewê şeva sersalê ne zarokek ku hêvî difirot bû, di bingeh de zarok, ew bixwe bû.

Ne bi selikan be jî, dilê wê tijî hêvî bû û meşvanekî hêviyê ku dixwest hêviyê bi herikînê nava hemû dilên mirovahiyê bû. Bi germahiya dilê zarokekî ku hêviyê himbez dike, xwe li derdorê hêviyê û jiyanê pêçabû. Ew keçek dilê wê wek ye zaroka bû. Şevlok bi şevlok bû. Cihê ku tê re derbas dibû, coşa jiyanê lê belav dibû. Ji bo mirov pê re jidil bibe, pêwîst nedikir ku mirov wê demek dirêj binase. Ji ber ku ew kesek pir dilgerm bû. Hemu kesî bi eleqeyeke mezin ew pêşwazî dikir. Jidiliya wê di çavên wê yê şewq dida de diyar dibû. Bi espriyekî xwe dida naskirin û mirov xwe ji nişka ve di nav nîqaşê germ de dîdît. Di hundirê xwe de jî pir jidil bû. Asî bû, dijraber bû û neheqî ji nedîtinê ve nedihat. Tiştên ku diqewîmî zû têdigihişt.

Gelek tadayî dîtibû. Meşvanekî jiyanê ya ku ji êş û keseran derbasbûyî bû. Gerîlayek bi ezmûn û fermandar bû. Ji her tiştî bêtir bi kedê ve girêdayî bû. Girêdana wê ya bi kedê re, îfadeya girêdana wê ya jiyanê bû. Tu tişt nedihişt ku gavekî pêş de bavêje. Jinekê çalak, fedekar, çavtarî û dîlawer bû. Fêza wê paşdemayînê qebul nedikir. Rêhevalek hêja bû. Fermandarek bû ku mirov bawerî pê dida. Dilnazik û bi coş bû. Ewan tiştan hemu, israra wê ya di zarok mayînê de baş pênase dikir. Ji ber ku zaroktî aşkeratî ye, pakbûn e, sadebûn e. Ya herî girîng jî dîlawerî ye. Belkî hûnê bêjin; dilê zarokek, li gor dilê kesekê mezin, dilek biçûk e. Lê belê ew dilê biçûk cîhanekê digre nav dilê xwe. Fireh e, bi heskirinê tijî ye. Vekirî ye û ronahiyê dide. Çi di dilê wê de hebe parve dike, jixwe re nahêle. Coşa parvekirinê keyfxweşiya wê ya herî mezin bû. Wek eynikek bû; çi didît, wisa diyar dikir. 

Bi israr xwestina wê ya weke zarok mayîn, îsyanek bû; îsyaneke jin bû. Şûna ku mezin bibe û bi hemû qirêjiyê jiyanê re rû bi rû were, zarok mayînê tercîh dikir. Her tim lêvliken bû. Di nav zorahiya jiyanê de jî tucaran ken ji rûyê wê nediçû. Berxwedana xwe li hember êşan bi ken diyar dikir. Ew jî nebûya bi espîriyan li berxwe dida. Beyî ku kesekî biêşîne, dilên wan bişkinê, ew rexne dikirin. Dilê xwe jî nedişikand; jiber ku dizanî bi dilek şikestî nikare li himber zorahiya jiyanê li berxwe bide.

Tijî jiyan bû. Jiber vê yekê bi jiyanê re hevyek bû. Ew qas hevyek bû ku, me qet nedifikirî ku wê rojek mirin rastî wê were. Ji ber vê yekê bi şehadeta wê jiyan ma di nava tenahiyekê de. Tama xwe, rengê xwe û dibê qey wateya xwe winda kir. Wek mirov tucaran heza bîrbûyîna min têrê nekir ku ez şehadeta wê bipejirînim. Min jiyanek beyî wê nefikirî. Ez dizanim hevokê min yê ku dipelpîtin têra vegotina wê nakin. Çawa ku hêza hevoka têrê nake jiyanê bi her aliyê xwe ve vebêje, ew jî bi hevokê sembolîk nayê vegotin û her nivçe dimîne. Ma gelo, kîjan hevoka bi tesîr dikare ronahiya di çavê wê de vebêje? Rengê kîjan hevokê coşa di kenê wê de dikare vebêje? Valatî û taritiya piştî çûyina wê em dorpeçkirin. Wê kîjan hevok jana me îfade bike?

Ez dizanim Sorxwînek din nayê cîhanê. Kesek nikare bi rûkeniya wê ji jiyanê re bikene. Kesek nikare weke wê çiya û rêhevalan şa bike. Ez naxwazim bawer bikim ku guleyek li wê ket û ew ji me qut kir. Ew gule, guleyek çiqas xedar e! Ma qey te çima espriyek li wê guleya xedar nekir? Dibêjin gule bi hêviyê nikare. Ma te negotibû “Ez bikevim nav axê jî, hêvî bi min re nakeve bin axê"?

Te selika xwe tijî hêvî kir û te hêvî belav kir ji hemû mirovahiyê re. Belê te hêvî firot, le me nedît te miqabilê wê tiştek girt yan na. Beranberî hêviyê çi dan te? Tişta ku miqabilê hêviyê dihat, di hundirê mirovan de bû. Ji bo vê wekhevî, heskirin û hêvî belavkirin ji bo te pir watedar bû. Ji bo ku hêvî bijî te her tişt dikir, te mirin jî da ber çav. Te ne hêvî difirot, te hêvî diafirand. Û niha jî tu ronahiya me ya hêviyê, ya ku tucaran kes nikare vemirîne yî.