
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên heremî hatine girtin, duh di encama şerê di navbera hêzên YPG’ê û çeteyên Eniya El Nusra de 4 jê emîr 35 endamên çeteyên El Nusrayê hatine kuştin. Hate ragihandin ku li heremê dengê topan tê û çeteyan gelek wendahiyên giran dane.
Di 16’ê Tîrmehê de çeteyên El Nusra êrîşî Serêkaniyê kiribûn û rastî berxwedana YPG’ê hatibû. Endamên çeteyên ku gelek derbeyên giran ji YPG’ê xwarine, niha li derdora Gundê Til Xelef a dikeva aliyê Başûrê Serêkaniyê bi cih bûne û êrîşên xwe ji vir didomînin. Di encama gulebarana çeteyan de heta niha li Serêkaniya Rihayê 4 Kurdan jiyana xwe ji dest daye.
Derîk bombebaran kirin
Di encama bombebarana helîkopterên rejîma Sûriyeyê ya li Dêrikê welatiyê bi navê Seîd Umer ê 28 salî jiyana xwe ji dest da û 9 kesên din ku piraniya wan zarok in birîndar bûn.
Li gorî agahiyên hatine wergirtin di encama bombebarana doh danê nîvro de ya helîkopterên rejîma Baas a li ser bajarê Dêrikê de welatiyê bi navê Seîd Umer Hecî yê 28 salî jiyana xwe ji dest daye û 9 kes ku piraniya wan zarok in birîndar bûne.
Navê birîndaran wiha ye: Hewlêr Mihed Îbrahîm (5), Aya Mihemed Îbrahîm (3), Mihemed Îbrahîm (8) ev her sê xwîşk û birayên hev in û ji Taxa Zorava ne, Jiyan Ebas (11), Umer Hesen Murad (12), Yûsif Lehdo (45), Elî Xelîl Sefo, Hemza Îsmaîl Murad (22) ev li nêzî rawestgeha bajêr birîndar bûn e.
SERÊKANIYÊ/DÊRIK