Ew sê meh bûn ji bo tifaqê, çi karê wiha çêbûba, çi piçûk û çi mezin, pirsgirêkan bida der, Mam Zekî di nav de bû da ku karibe xizmetê ji miletê xwe re bike. Ew timî li herê berî bû di karê xizmetê de.

Balafirên şer ên Tirk pêr danê êvarê Geliyê Şilo yê dikeve rojavayê Şengalê bombebaran kir. Doh Kordînasyona Civaka Êzidî daxuyaniyek da û got, “Di vê êrişê de Endamê Kordînasyona Civaka Êzîdî, Îsmaîl Özden ê bi navê Mam Zekî Şengalî, şehîd bûye.” Hevserokê Meclîsa Xweser a Şengalê Hisên Hecî Nefso êrişê weke êrişeke li dijî yekîtî û tifaqa Êzîdiyan û li dijî pêkanîna aramî û xwerêveberiya civaka Êzîdî bi nav kir.

Çûbû bîranîna komkujiya gundê Koço

Balafirên şer ên dewleta Tirk pêr , li Geliyê Şilo yê Şengalê wesayîtek a sivîlan bombebaran kir. Dihat gotin ku di vê êrîşê de hin kes birîndar bûne û hin kes jî jiyana xwe ji dest dane. Kordînasyona Civaka Êzidî li ser vê yekê doh daxuyanî da û got: “Di 15’ê Tebaxa 2018’an de Endamê Kordînasyona me ya Civaka Êzidî Îsmaîl Özden ê bi navê Mam Zekî Şengalî dema ji salvegera bîranîna qurbaniyên komkujiya gundê Koço vedigeriya, saet derdora 16.00’an bi êrîşek hewayî ya dagirkeran di encama suîkastê de jiyana xwe ji dest da û gihîşt asta şehadetê.”

Ev ne êrişeke nû ye

Li ser êrişa dawî ya dewleta Tirk li dijî Şengalê û şehîdkirina Zekî Şengalî ku weke Mam Zekî ji rêzgirtiyên civaka Êzîdî bû, Hevserokê Meclîsa Xweser a Şengalê Hisên Hecî Nefso ji rojnameya me re axivî û got, “Ev ne êrişeke nû ye, dewama êrişên ji bo qirrkirina Êzîdiyan ên bi sedên salan e ku bi destê serhukmên dewleta Tirk û pêşiyên wê ve tên kirin.

Tifaq û yekîtiya xwe xurt bikin

Hevserokê Meclîsa Şengalê, wekî din Mam Zekî wekî şexsiyeteke ku bê cudahî li tevahiya Şengalê hezkirî û tevahiya emrê xwe di ber tifaq û xêra Êzîdiyan de fedakirî bi nav kir û bang li civaka Êzîdî li Ewrûpa jî kir ku êrişên dewleta Tirk şermezar bikin û ji bo biserxistina xwerêveberiya Şengalê jî tifaq û yekîtiya xwe xurt bikin.

Naxwaze miletê Êzîdî yekîtiya xwe çêke

Hevseroka Meclîsa Xweser a Şengalê Hisên Hecî Nefso îşaret bi êrişên dewleta Tirk û pêşiyên wê yên bi sedên salan kir û ji bo êrişên vê dawiyê jî wiha peyivî: “Vê dawiyê di nava van herdu salan de Tirkan du caran êrişî Çiyayê Şengalê kir. Êdî dewleta Tirk a faşîst naxwaze miletê Êzîdî yekîtiya xwe çêke. Ne li xweşiya Tirkan û partiyên ser bi wan e ku Êzîdî xweser bin, parastina xwe bikin, xwe bi rê ve bibin. Heger ji tirkan û hevalbendên wan bê, nahêlin ev pêk bên. Ya ku destûra vê didê jî bêbextî û xiyanet e.”

Bi taybetî îstîxbaratî bû, komployek bû

Sedema  êrişa dawî ya 15´ê Tebaxê, helwêsta Tirkiyeyê û hevkarên wê, Hisên Hecî Nefso wiha nirxand: “Di salvegra 4´ê ya komkujiya Koço de bû. Em jî weke Meclîsa Xweseriya Şengalê, sazî û dezgehên ser pê ve, Mam Zekî jî mamê me jî em li wir bûn. Ew sê meh bûn ji bo tifaqê, çi karê wiha çêbûba, ji piçûk çi mezin, pirsgirêkan bida der, Mam Zekî di nav de bû, da ku karibe xizmetê ji miletê xwe re bike. Ew timî li herê berî bû di karê xizmetê de. Mamê Zekî jî hazir bû. Êrişa ku hatî ser vê, ya li dijî maşîna Mam Zekî bi taybetî îstîxbaratî bû, komployek bû. Bi destê dewleta Tirk û hin cihên din ve pêk hat.”

Eriş diyar e li dijî tifaqê bû

Hisên Hecî Nefso derbirî ku yek ji armanca dewleta Tirk bi vê êrîşê ev bû ku tifaqa gelê Êzîdî xera bike û ji bo kesayeta Zekî Şengalî wiha axivî: “Ji bo vê bi taybetî şexsiyeta Mam Zekî kirin armanc da ku tifaqê careke din bişkînin li nav gelê Êzîdî. Eriş diyar e li dijî tifaqê bû. Hemû hêzên Êzîdî li wê derê gihiştibûn hev da karibin tifaqeke xwe çêkin, berxwedanê bikin. Mam Zekî serokekê tifaqa Êzîdiyan e. Ev bêhtirî 20 salan e ew ji nav Êzîdiyan qut nebûye. Wî emrê xwe kire xizmeta gelê Êzîdî. Wî dixwest rojekê Êzîdiyan bi tifaq û xweser bibîne. Ji bin nîrê hizban derkevin, parastina xwe bikin. Armancên wî ev bûn. Wî emrê xwe kir gorî tifaqa Êzîdiyan û miletê Şengal û Êzîdxanê.”

Ev fermanek bû

Li ser pirsa ka ew ê çawa xwedî li mîrasa Mam Zekî Şengalî derkevin weke Meclîs, Hisên hecî Nefso got, “Ev şiklê fermanekê bû dîsa anîne ser miletê Êzîdî. Li dijî vê komploya û xiyaneta li Êzîdiyan û Çiyayê Şengalê em ê tevî miletê xwe li ser piyan bin. Mam Zekî ne li cem ti hizb û aliyên siyasî bû. Mam Zekî xizmeta gelê Êzîdî dikir. Wî karîbû miletê Êzîd bîne cem hev û tifaqekê li nava wan deyne.”

Rabin ser piyan xweseriya xwe çêkin

Herî dawî Hevserokê Meclîsa Xweseriya Şengalê, Hisên Hecî Nafso silav li gelê Kurd û Êzîdî li Ewrûpayê kirin û daxwaz ji wan kir ku dakevin meydanan û tifaqa xwe xurt bikin: “Li ser vî karî bisekinin. Yekîtiya xwe xurt bikin. Ji xeberên dewleta Tirk û hizbên xayîn bawer nekin. Ew ê timê rêbigirin li ber tifaq û yekîtiyê da ku miletê Êzîdî timî muhtacê wan be, di bin kontrola wan de be. Daxwaza me ji Êzîdiyan hemûyan e, rabin ser piyan, tifaqa xwe bikin da ku em karibin li dijî van komplo û planên qirêj ên siyasî li ber xwe bidin û xweseriya xwe çêkin.”

 

NAVENDANÛÇEYAN

 
 

Lihevkirina Ebadî û Erdogan e

   

Eniya Niştimanî ya li dijî dagirkeriyê bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk ên li dijî Şengalê şermezar kirin û got; “Careke din birîna gelê Şengalê û Koço kûr kirin. Careke din dîroka bi êş, kuştin û tarî ji aliyê dewleta Tirk ve hat dubarekirin.” Eniya Niştimanî serdana Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ya Tirkiyeyê bi bîr xist û got, ”Rojekê beriya êrişa dewleta Tirk, Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî li Tirkiye bû. Ev êriş metirsiya li ser îradeya gel û Herêma Kurdistanê ye.”

Di dawiya daxuyaniya Eniya Niştimanî de ev bang hate kirin; “Em bang li tevahiya gelê  xweyê welatparêz û medenî dikin ji bo derxistina dewleta Tirk a li ser  xaka Başûrê Kurdistanê li gor yasaya parlamantoya Herêma Kurdistanê ya hejmara 37 a sala 2003’an tevbigerin.”

 

Tenê di kuştina Kurdan de yek in

Endamê navenda YNK’ê Eta Serawî jî li ser êrişa dewleta Tirk peyivî û got, ”Sedema êrişkirina balafirên şer ên dewleta Tirk li ser Şengalê encama civîn û lihevkirina Ebadî û Erdogan e. Tirkiye, Îran, Sûriye û Iraq hemû di tiştekî de ne yek in, tenê di kuştina Kurdan de yek in. Ev her çar rejîm li dijî demokrasî û mirovahiyê ne.”

 

Garantiya parastinê bide

Tevgera Azadî jî bang li gelê Başûrê Kurdistanê kir ku li hemberî êrişa dewleta Tirk a li dijî Şengalê dakeve meydanan, êriş û dagirkeriyê şermezar bikin. Tevgerê got, pêwîst e Hikûmeta Iraqê sînorên xaka Iraqê ji dagirkeran paqij bike da ku êdî gelê Başûr bi qirrkirinan re rûbirû nemîne. Tevgera Azadî wekî din îşaret bi pêwistiya parastina Êzîdiyan kir û got, "Divê nûnerên Kurd ên li Iraqê, Hikûmeta Iraqê neçar bikin ku nêzikatiye baş li gel Êzîdiyan bike û garantiya parastinê bidin."