CÎHAD HEWRAMÎ/ROJNEWS / HELEBCE
Sadiq Hewramî ev qederê 30 salan e ku di germahiya havînê û sermaya zivistanê de li gel tifika agir ya hesinkariyê, karê hesinkariyê dike.
Sadiq Hewramî yê 71 salî ye, nîştevanê Helebce ye û bi vê kalemêriya xwe hesinkariyê dewam dike.
Têkildarî kel û pelên ku çêdike, Sadiq Hewramî dibêje, “Ez bivir, das û çakûçan çêdikim û tûj dikim. Cotyarên Hewreman, Helebce û Şarezûr ji bo kirîn û tûjkirina kel û pelên xwe tên cem min.”
Piştî mirinê dezgeh betal dibe
Sadiq Hewramî bi bîr dixe ku li temamê Helebce tenê kesekî din hesinkariyê dike û ew jî bi tenê kêran çêdike. Sadiq Hewramî dibêje, beriya kîmyabaranê li Helebceyê cihekî mezin ê hesinkariyê hebû û wiha dewam dike: “Ew jî li bajarokê Tewêle yê Hewremanê bû, me gelek kar li wir kir. Lê dema ku em sala 1990’an de hatin Helebce, heta niha, me ev cihê biçûk ava kir. beriya ku zarokên min xwendina xwe biqedînin û karekî din bikin, li gel min kar dikirin û xwe fêr kirine. Lê piştî tayînbûna wan dest jî vî pîşeyî berdan. Lê ditirsim ku piştî mirina min, ev cih were girtin.”