Di demeke ku Rojhilata Navîn ber bi kaosekê diçe, Serokwezîrê Tirkiyê Tayyip Erdogan pakêta xwe eşkere kir. Bi eşkere kirina pakêta Erdogan re em fêr bûn ku ji nava kaosa Rojhilata Navîn cîhaneke nû, dewletek nû derdikevê holê. Dewleta Erdogan!....

Ji xwe her teqîna volqanê, her kafûkûn-bûna rûdêna erdê, cîhaneke nû derdixe holê. Pakêta Erdogan jî encameke wiha derxiste holê. Cîhana nû ya Erdogan; bi medya pifdan û werimandinê, bi reklam û teknolojî, bi pêşketinên ne hatine dîtin û afirandin hatiye ava kirin..
Cîhanşumula Dewleta Erdogan Tirkiye!...  Eşkere kirina “Pakêta Erdogan”, roja Duşemba dawî ya meha Êlûnê hate eşkere kirin. Roja din, Koleja Yagmur ya Fetullah Gulen daxuyanî da ku ew ji bo perwerdehiya zimanê zikmakî amade ne.  Ji xwe Pakêta Erdogan, ji bo serketina cemaet û terîqatan,  ji bo serketina çeteyên paramilîter li Rojava ye. Erdogan û Fetullah Gulen dest avêtin ola kurdan, niha jî dest diavêjin zimanê kurdan.
Pêşî Dibistanên Alayên Hamidiye, piştre Dibistanên Koy Enstitulerî, Piştre Dibistanên Şevînî yên herêmî YIBO, niha jî Dibistanên Cemaetê...
Ev şermezariya sedsalê ye...
Piştî pakêtê bi rojekê, Erdogan di civîna wezîrên perwerdehiyê, yên Yekîtiya Ewropa de axivî, mijara pakêta xwe anî ziman û got; “di dibistanên taybet de, perwerdehiya bi zimanê zikmakî, gaveke dîrokî ye û bi vê gava dîrokî, Tirkiyê di ser dewletên Yekîtiya Ewropa re cihê xwe çêkir...”
Piştî van gotinan, wezîrên Ewropî teva li hev nêrîn, di xeyalxaneyên xwe de, di atlasê mêjiyê xwe de, sîstema perwerdehiya dewletên xwe dibin çavan re derbas kirin. Fêm kirin ku her gotin, her biwêj, her deng û wateya wan,  derew be jî di serê mirovan de dewsekê dihêle.  Wezîrên Ewropî jî, bi vê hişmendiyê li berhemê xwe Erdogan nêrîn û fêm kirin ku mirov ne lewitî be, dora mirov jî na lewite û qirêj nabe...
Fêm kirin ku ziman ne tenê nasname ye, ne tenê rengê kultur û dewlemendiya ferhenga gelan e... Fêm kirin ku, di heman demê de bingeha derewan e. Her derew, mirov ji binyat û rastiya mirov dûr  bike jî, dibê amûrê berdewama xapandinê.
Baş tê zanîn ku huner, nirxê herî giranbiha yê mirovahiyê ye. Lê ne hunerê derewan...  Derew bi ziman û gotinê ve girêdayî ye... Zanistekî Hindîstanî dibêje, ziman bereket e... Berekete zimanê Erdogan jî derew in...
Ji roja ku ziman bû palê babsalarî, bû palê desthilatdaran, bû çekê hukumranan, riyek nû, têr efsûn,  têr qerqeşûn derkete pêşiya mirovahiyê. Ev bextreşî, herî zêde di cografyayên ku mîtolojî diafirînin de heye. Ji ber ku hêzên dagirker, di cografyayên xwedî mîtolojîk de, çavkaniyên xêr û bereketê, kanên zîv û zêr, bênderên kulturê dibînin û li ser rûdinin. Ji bo berdewama serdestî û şumuliya xwe jî sîstema dewşirmetiyê diafirînin. Kesên ku herî baş derewan dikin û dizanin stunên serdestiya dagirkeriyê ava bikin dewşirme ne.
Erdogan jî dewşirme ye û kesên dewşirme li dora xwe kom kirina. Dewşirmeyên kurd jî, weke her car, piştî eşkere kirina “Pakêta Xapandinê”, di ekranên televizyonan da, di quncikên medya Cemaetê û AKPê de xuya kirin.  
Ev kes, di her firsetê de dibêjin, “ez jî kurd im”. Rast e, ew jî kurd in, lê kurdên ku wek xelekên zincîra qanunên tunekirinê ne. Ev kes, kûlabên nîrê koletiyê di stikura kurdan de dişidînin, îşk didin.
Wek mînak; kesên di TRT 6 de, kesên di televizyona Dunya de kar dikin; gelo dibine parçeyek ji aşên hêrtinê, yan na? TRT 6, qorsan e û berdevkiya îdeolojiya dewleta kesk, yanî ya zihniyeta dewleta AKPê dike. Doh dewleta CHPe, MHPe, DSPê bû, îro ya dewleta AKPê ye...  Yanî têkiliya TRT 6, biqasî îdeolojiya AKPê û Erdogan, CHP û Denîz Baykal, yan jî kew Kemal, MHP û Dewlet Bahçelî,  DSP û Bulent Ecewît, Tansu Çîler, Suleyman Demîrel û hwd. bi doza kurdî re heye... Zihniyeta inkar û tunekirinê...
Televizyona Dunya jî,  berdevkiya Cemaeta Gulen û Fetul-minkîr dike... Fetullah Gulen, herî hindik  heftê du caran di ekranên wê televizyonê de, fetwa qirkirina kurdan, talana kultura kurdan, xesp kirina mêjiyê kurdan; yanî bi îdeolojiya inkar û tunekirina li dijî gelê kurd propagendê dike... Şerî’eta misilmantiyê dikuje, şerî’eta tirkîtiyê çêdike... Kesên weke wî, pirtûkên Seîdê Kurdî, ji eslê wan guhertine...  
Vêce, entelektuelên kurd ku xwe rojnamevan, hunermend dibînin û di wan televizyonan de kar dikin, piştî “Pakêta Erdogan” gelo xwe dibin çavan re derbas nakin? Cûdatiya wan televizyonan û ji malên cemaetê, ji komelên ku çeteyên paramilîter weke Cephet ul-Nusra, Bîlad el- Şam di aliyê lojîstîk de xwedî dikin nîne...
Ya rastî, ez di karên wan de, dirûtiya platonîzmê dibînim û bi pîşeyê rojnamevantiyê re têkildar nakim. Teva karmendên felzekeya îdeolojiya fermî ne. Ev lewitandina mêjî û mandele kirina hişmendiyê ye.
Her kes ji şer nefret dike... Her kes li dijî wêrankirin û tunekirinê ye; lê dema ku gelê mirov, cografya mirov û mirov bi xwe di çerxa tunekirin û wêrankirinê de be; dijmin her cûre amurên tunekirin û ji holê rakirinê bikarbîne, hingî  pirs tê guhertin.
Di Pakêta Erdogan de “paşde dana erd û zeviyên Dêr Emerê-Mar Gabriel” hebû. Her kesî kêfa xwe anî. Lê kesî ne anî bîra xwe ku, ew erd, zevî û darîstan teva, berê jî yên Mar Gabriel bûn.  Wezareta Tirk zor kir û dest danî ser.. Erdogan jî, malê Mar Gabriel paş de da û wek xelatekê û guhertineke reformî  da xuya kirin.
Serokwezîra Elmanya Merkel jî, rayedarên Swêd jî, ev mijar bi Erdogan re axivîn û daxwaz kirin ku malê Manastirê paş de bidê...
Vêceeee, çi hate guhertin? Ji bilî balona pifdayî, çi derkete holê?
Ne tiştek!...