RÊBAZ HESEN / ANF / SILÊMANÎ


Nivîskarê Kurd Alî Kerîmî mijara teslîmkirina Kerkûkê û rewşa dawî ya Başûrê Kurdistanê ji ANF re nirxand û destnîşankir ku bûyerên îro rû didin encama rêvebirin û siyaseta şaş e. Kerîmî got, “Li Başûrê Kurdistanê ev 26 sal in hikumetek heye. Ji aliyê her kesî ve tê zanîn ku di vê dema hikumetê de karên ne li rê, dizî, talan hatin kirin, sivîl hatin kuştin, mirov hatin revandin û bi rêbaza mafya rêxistinbûn hatin çêkirin.”

Kerîmî destnîşan kir, ku gemarîbûn, dizî û birçîhiştina gel herî zêde di vê demê de rû da û wiha dewam kir: “Bi taybetî, gotinên aboriya lîberal û serbixwe yên ku Nêçirvan Barzanî û Aştî Hewramî piştî sala 2003’an anîn ziman, bi her awayî eşkere bûn. Gel bi xwe jî dît, ku ev sîstem ne ji bo wan e, lê ji bo berjewendiyên rêveberan e. Nifşekî bi têgihiştina ‘em neviyên Barzanî û Talabanî ne. Em gelekî xebitîn, me şer kir, em têkoşiyan, gelekî westiyan, me ked da, lewma em çi bikin mafê me ye’ rû da û bi vî rengî tevgeriya.“


Gel û desthilatdarî ji hev qut bûn 

Alî Kerîmî diyar kir, ku ji ber vê yekê gel û desthilatdarî û ev partiyên li desthilatdariyê ji hev qut bûn û ev qutbûn jî gav bi gav kûr bû.

Nivîskar Kerîmî anî ziman, ku vê rewşê zemîneke mezin afirand ji bo tiştekî bi vî rengî derkeve holê û got, “Ji ber vê yekê gel zêde nerazîbûnê nîşan nade. Mîna ku bêje ‘ya ku we li me dikir, niha li we tê kirin’. Rewşa ku derketiye holê ev e. Gel dibêje, çima Germiyan, Kerkûk, Şarezor, Kelar xizan e û we zarokên xwediyên rasteqîn ên van nirxan ji bîr kirin. Yên niha winda dikin, dîsa zarokên xizan in. Binerin li eniya Kerkûkê yên mirin dîsa zarokên malbatên xizan in.”


Berpirsyarê sereke yê xiyanetê Barzanî ye 

Kerîmî bi bîr xist ku niha ji ber bûyeran hin alî hevdu sûcdar dikin û got, “Ya rast ev e ku heta niha derew li gel kirin. Civîna Dûkanê jî asta herî bilind a van derewan e. Piştî ku ji civînê derketin gotin, ku wan tifaqek kirine. Derew e, ti tifaq nekirin. Eger bi rastî jî tifaqek kiribin, ew tifaqa wan di şeva êrîş li Kerkûkê hate kirin de têk çû.”

Nivîskar Kerîmî anî ziman ku ev derew bû sedem ku li Kerkûki navçe û gundên wê têkçûneke mezin rû bide û got, “Mesûd Barzanî ev çend sal in li kursiya serokatiyê zeliqî ye û ji ser ranabe. Di heman demê de wî serfermandarî ji hemû pêşmergeyan re kiriye. Berpirsyarê bûyerên li Kerkûkê qewimî, ev serfermandar e. Ev serfermandar jî bi erdê re bû yek. Ev xiyanet jî be, taktîk jî be, berpirsyarê sereke Barzanî ye. Ji ber vê berpirsyariya xwe, gelê Kurd wê beriya her kesî hesab ji wî bipirse.”


Armanca wan serxwebûn nebû 

Nivîskar Alî Kerîmî diyar kir ku eger armanc serxwebûn bûya, şert û mercên herî guncaw ê referandûmê di sala 2005’an de hebû, lê belê wê wextê li tiştekî bi vî rengî nefikirîn û dan pey hesabên cuda. Kerîmî destnîşankir ku wê demê tevî ku şert û mercên navneteweyî alîgirê Kurdan bûn rêveberan li şûna serxwebûnê pere xwestin û got, “Îro rabûn gotin, em ê referandûmê bikin. Referandûma ku kirin, bû sedem ku rûmeta pêşmerge û gelê Kurd bişikê û dagirkerî bê kirin. Di asta sereke de Barzanî berpirsyarê vê ye. Ji bûyerên ku ji 2005’an an jî 16’ê Cotmehê û vir ve diqewimin, nûnerên siyasî yên Kurdan berpirsyar in. Serekê van jî Barzanî ye.”


Kongreya Neteweyî diviyabû pêk hatiba 

Nivîskar Kerîmî da zanîn ku weke karê destpêkê diviyabû wan bi awayekî lezgîn kongreya xwe ya yekîtiya neteweyî pêk bianiya û wiha dewam kir: “Lazim e em hişmendiyeke neteweyî ava bikin. Binerin, li Rojava Kurd Reqayê rizgar dikin lê belê ji ber nêrîna me ya parçetiyê, em li Başûr Kerkûkê winda dikin.” Kerîmî bal kişand ser bandora Tirkiyeyê ya li ser PDK’ê jî û got, “Tê gotin ku PDK planan dike ku artêşa Tirk bixe nava Başûr. Eger tiştekî bi vî rengî bike, rewşa Başûrê Kurdistanê wê hê nebaş bibe. Eger PDK û Barzanî vê bike, wê Kurdistan bi temamî veguhere qada şer. Bi yekîtî, siyaseta hevpar, dîplomasî û avakirina hêza leşkerî ev pêvajo dikare ji holê bê rakirin. Ji bilî vê yekê, Kurd nikare xwe ji komkujî û dagirkeriyên bi vî rengî rizgar bikin.”