Cîgirê Meclîsa Rêveber a Kantona Cizîrê û beşdarê konferansa navnetewî ya Jinûve Avakirina Kobanê Hisên Ezam destnîşan kir ku konferansa navnetewî ya Jinûve Avakirina Kobanê li gor plansaziyê di 1 Tîrmeha were lidarxistin. Hisên Ezam diyar kir ku konferans wê bi serketî derbas bibe û bigihîje armanca xwe.


Koferans 1 Tîrmehê li Brukselê tê lidarxistin

Ezam ragihand ku konferans di 1 Tîrmehê de û bi sponsoriya parlemana Ewropa de li bajarê Brûksêl a Belçîka were lidarxistin û ew ji aliyê parlemana Ewropa ve bi awayekî fermî hatine vexwendin.

Her wiha Hisên Ezam da zanîn hejmara kesên ji Rojava û Bakurê Kurdistanê hatine vexwendin 8 kes in û sesên ku dê ji Rojava biçin ew in:  Serokê Meclîsa Rêveber Ekrem Hiso, Cîgirê wî Hisên Ezam, Cîgirê  Serokê Meclîsa Rêveber a Kantona Kobanê Xalid Berkel û Serokê Desteya Vegihînê (komînîkasyon) a Kantona Kobanê Şevîn Mehmûd û ji Bakurê Kurdistanê jî wê li gorî agahiyên bi dest ketine Tenaya Kemal, Êvar Îbrahîm, Yilmaz Hesen û Alokmîn Oynak dê beşdas bibin.

Hûn wekî şandeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk mijarên hûn di konferansê de pêşkêş bikin çi ne?

Hisên Ezam da xuyakirin ku ew ê wekî şandeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk di serî de rêbazên piştevaniya Kobanê di konferansê de pêşkêş bikin û bi berfirehî sîstema Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ku hemû pêkhateyên herêmê digire nava xwe pênase bikin.


Ambargoya li ser Kobanê vebêjin

Her wiha Hisên Ezam wê derbirî ku derbarê ambargoya li dijî Rojavayê Kurdistanê di hemû aliyan de û xendekên di navbera Bakurê û Rojavayê Kurdistanê de ku ji aliyê dewleta Tirkiyeyê ve tên kolandin, pêşkêşî konferansê bikin.

Beşdarê konferansê Ezam bilêv kir ku ew hêvî dikin ji konferansê bi gelek encamên erênî vegerin Rojava.


EKREM BEREKAT/QAMIŞLO/ANHA