Encamnameya “Komxebeta Navneteweyî ya li ser DAIŞ´ê” ku Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk organîze dikir, hate eşkerekirin.
Encamnameya formê bi civîneke çapemeniyê ji aliyê rêveber a Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk Leyla Resûl ve hate xwendin. Di encamnameyê de beşdaran rola YPG, YPJ û QSD`ê di tunekirina terorê de ji aliyê erdnîgarî û meydanî ve bi desteka hêzên Koalîsyona Navdewletî silav kirin.
Di encamnameyê de xalên derketî pêş ew in;
- Ji bo tinekirina DAIŞ‘ê di aliyê ewlehî, fikirî, çandî, aborî û civakî de divê stratejiyeke hevpar ji aliyê koalîsyonê û civaka navdewletî ve were dayîn.
- Ji bo ku DAIŞ‘ê ji nû ve xwe ava neke pêwîste pergala ewlehî li herêmê were xurtkirin. Ji bo ev yek pêk were divê di her qadan de destekdayîn bi Rêveberiya Xweser re were dayîn.
- Yekîneyên Parastina Gel, Yekîneyên Parastina Jin û Hêzên Sûriyeya Demokratîk bi armanca parastina herêmê û cîhanê ji terorê DAIŞ‘ê kedeke mezin da, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di salên aloziyê de roleke mezin a avakirinê pêk anî.Li ser vî esasî divê aliyên navnetewî, hêz û dewletên aktîv, rêveberiya siyasî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşdarî prosesa diyalogan bikin.
Netewa demokratîk modela çareseriyê ye
- Bi armanca peydakirina çareseriyê ji aloziya Sûriyê re pêwîstî bi sîstemeke demokratîk heye da ku kaniyên ku DAIŞ û rêxistinên tundraw avakirine werin zûhakirin. Di vê çarçoveyê de divê netewa demokratîk modêla çareseriyê, projeya aştiyê ye were esas girtin.
- Biryarên Konseya Ewlehiyê yên têkildarî tinekirina DAIŞ‘ê werin pêk anîn. Ji bo pêkanîna edaletê divê dadgeheke navdewletî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê were avakirin da ku bi hezaran endamên rêxistian DAIŞ‘ê yên girtî û malbatên wan ên di kampên Rêberiya Xweser de werin darizandin. Her wiha divê Koalîsyona Navdewletî desteka madî û lojîstîk bide Rêberiya Xweser ku karibe vê yekê pêk bîne.
- Ji ber sûcên DAIŞ‘ê yên der heqê jinan de, ji bo jin karibe azadî û rumeta xwe biparêze pêwîstî bi pergaleke siyasî, hiqûqî û civakî heye ku mafên jin di her qadan de misoger bike.
Xurtkirina xeta Îslama demokratîk
- Ji ber tundiya rêxistina DAIŞ‘ê li ser zarokan divê li zarokan wekî mexdûrên şer werin temaşekirin û ji nû ve werin perwerdekirin û tevlî civakî were kirin, her wiha divê werin parastin û hawirdoreke ewle ji wan re were peydakirin.
- Teqezî li ser ruhaniya olan û nirxên wê yên exlaqî were kirin, divê Îslama demokratîk a li hember Îslama tundraw were diyarkirin.
- Ji aliyê DAIŞ‘ê ve komkujî li ser civaka Êzîdî û jinên Êzîdî yên Şengalê hatin meşandin, li ser vê yekê pêwîste Neteweyên Yekbûyî îtîrafê bi vê qirkirinê bike, mafên Êzîdî yên li Iraqê misoger bikin û Êzîdî ji qirkirinên nû werin parastin.
Bila 23‘ê Adarê bibe “Roja cîhanî ya tinekirina DAIŞ‘ê”
- Li Efrînê, kiriyarên guhertina demografîk û qirkirina etnîkî yên ji aliyê komên cîhadîst ên desteka xwe ji dewleta Tirk a dagirker digirin, berdewama kiriyarên rêxistina DAIŞ û Cebhet El-Nusra ye. Li ser vê yekê têkoşîna li hemberî van rêxistinan ji bo parastina herêmê û tevahî cîhanê tiştek girîng e.
- Roja 23‘ê Adarê wekî roja cîhanî ya tinekirina DAIŞ‘ê were ragihandin.”
ANHA/QAMIŞLO