Di dawiya konferansê de komîteya rêveber a ji 9 kesan hat hilbijartin û komîteyên çandê, Ciwanan, Sporê, Jinan, Ragihandinê, perwerdê û lihevanînê jî hatin avakirin.
Di belavoka dawî ya konferansa komeleya Êzîdiyên Rojava de biryarên li jêr hatin diyarkirin:
- Berhevkirina hemû belgeyên der barê kelepora ola Êzdatiyê de.
- Li herêmên ku Kurdên Êzîdî lê dijîn, perwerdeya Ola Êzdahî were dayin.
- Di belgeyên kar û barên sivîl ên fermî de, rewşa Ola Êzdahî li ber çavan bê girtin.
- Asta tendûristî, civakî, çandî were bilindkirin, herweha mafên jinan bên misogerkirin û qelen û nextê jinan jî bi temamî werin rakirin.
QAMIŞLO