Encamnameya konferansa ku di 5-6’ê Sibatê de bi sernava ‘Yekîtiya Ewropa, Tirkiye, Rojhilata Navîn û Kurd’ hate kirin, piştî nirxandinan û şûnde hate eşkerekirin.

Komîsyona Welatiyan a Yekîtiya Ewrûpa-Tirkiye (EUTCC) pêşengtiya wê kir. Koma Çep û Çepa Bakur Kesk (GUE/NGL), Koma Keskan / Tifaqa Azad a Ewropayê (Greens/EFA) û duyemîn koma herî mezin Koma Sosyalîst û Demokratan (S&D) ên li Parlamenta Ewrûpayê piştgirî dan konferansê.

Di encamnameyê de hat destnîşankirin ku di warê têkiliyên Tirkiye û têkiliyên gelemperiya Rojhilata Navîn de pêwîstî bi gotinên nû hene û got: “Kurd li vir di warê aramî, pêkhatina aştî, di mijara demokrasî, ekolojî, wekheviya zayendî de faktoreke bi bandore.”

Di encamanameyê de hate bibîrxistin ku li gel îtifaqên herêmî û perspektîfên gerdûnî yên Kurdan li herêmek e ku şer û krîz lê rû dayîn pêşketinên nû bi xwe re aniye û got: “Divê di rêza ewilê de hevkarî bi hêzên demokrasiyê re bê kirin.”

Li ser vî bingehî ev bang li dewletên endamên YE, saziyên Ewrûpî û Neteweyên Yekbûyî hate kirin:

  • Divê dagirkeriya Tirkiye ya li Bakurê Sûriye/Rojava weke binpêkirine hiqûqa navneteweyî bê dîtin, divê polîtîkayên paqijiya etnîkî ya li herêmên hatine dagirkirin bên mehkûmkirin û banga lezgîn bê kirin ku yekîneyên Tirk vegerin.
  • Ji bo Tirkiye neçar bike ku têkildarî tecrîda li ser Abdullah Ocalan li gorî hiqûqa navneteweyî be, tedbîrên dîplomasî, siyasî û hiqûqî bê kirin. Ji bo çareseriya pirsa Kurd a bi rêyên siyasî zorê bide dewleta Tirk divê wî demildest berde û ji nû ve dest bi diyalogê bikin.
  • Di mijara PKK ne rêxistineke ya terorê ye, parçeyek ji şerê bi çek e li ser biryara Dîwana Edaletê ya Ewrûpa û Dadgeha Bilind a Belçîkayê hemû sînordariyên li ser ferdên Kurd û partiyan divê bê rakirin û sûdê bide çareseriyê.”
 

ANF/BRUKSEL